00:37 27 Gulan 2018
PKK

‘Di encama êrişa PKKê ya li Zaxoyê de 30 leşkerên tirk hatin kuştin'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 50

Endamên PKKê doh sibê êrişî baregeha leşkerî ya bi nave Girêbiyê li nêzî navçeya Batîfayê ya Zaxoyê ya Artêşa Tirkiyeyê kiribûn. Li gorî zanyariyên ku peyamnêrên Sputnikê bi dest xistin di encama êrişê de gelek kuştî û birîndar çêbûne.

Çavkaniyekê ji herêma bûyerê ji Sputnikê re diyar kir ku di encama êrişa endamên PKKê ya ser baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê de, nêzî 30 leşkerên tirk hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne. Kesên birîndar ji bo dermankirinê veguhestine Tirkiyeyê.

Herwiha çavkaniyê destnîşan kir ku nêzî 150 leşkerên tirk li baregeha leşkerî ya Girêbiyê hene. Di encama êrişa doh ya endamên PKKê de tankek û wesayîteke zirxî hatine şewitandin û ziyaneke mezin gihîştiye baregehê.

Bi heman mijarî:

Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Leşker jî di nav kuştî û birîndar hene
PKK: Me operasyona artêşa tirk a Sîdekanê şikand
Erdogan: Ne PKK, ne YPG nikare tiştekî bi me bike
Kêlên mezelên PKK û YPGiyan hatin guherandin
Etîketan:
leşker, êriş, PKK, Sputnik
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de