10:59 26 Gulan 2018
YNK

YNK beriya hilbijartinên Iraqê kongreya xwe li dar dixe

© Foto: PUK MEDIA
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ji bo sazkirina kongreyê biryar da ku dawiya heftê li Silêmaniyê encûmena serkirdayetî û encûmena navendî bicive û biryara kongreya partiyê bidin.

Endamê encûmena navendî yê YNKê Heme Hejar ragihand ku berî çend rojan encûmena navendî civînek li dar xistiye, tê de rewşa YNKê û pirsa kongrê hatiye gotûbêjkirin.

Li gor nûçeya BasNewsê Heme Hejar daye zanîn ku di wê civînê de biryar hatiye standin ku, roja 15ê vê mehê encûmena serkirdayetî û encûmena navendî civîneke hevbeş li dar bixin daku, biryara roja lidarxistina kongreyê bidin.

Hat diyarkirin ku dê kongreya YNKê beriya hilbijartinên Iraqê were lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Şêwirmendê Barzanî: Fransayê dorpêçên dîplomasî yên ser Herêma Kurdistanê şikandin
Îstixbarata Amerîkayê: Muxalefeta Sûriyê êdî ne xwedî wê hêza ku Esad bide erdê ye
Li Amedê êrîşî xala polîsan kirin
Wezîrê hollandî yê ku li ser hevdîtina bi Pûtîn re derew kiribû, îstifa kir
Li Hatayê wesayîteke leşkerî û mînîbusek li hev qelibîn: 3 kesan can da 10 jî birîndar bûn
Hikûmeta Kurdistanê îstifaya 3 wezîrên Yekgirtûyê qebûl kir
Etîketan:
YNK, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de