04:57 23 Nîsan 2018
    Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Şêwirmendê Barzanî: Fransayê dorpêçên dîplomasî yên ser Herêma Kurdistanê şikandin

    © Foto : Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, piştî referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an cara yekem serdana Herêma Kurdistanê kir û bi rayedarên hikûmetê re civiya.

    Şêwirmendê Karûbarên Siyasî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hesen Ehmed serdana Jean-Yves Le Drian a Herêma Kurdistanê ji Spûtnîk Kurdistanê re nirxand.

    Sputnîk kurdistan û di bersiva pirsyareykê de gelo serdana wezîrê dereveyê Ferensa bo Hewlêrê çi peyamek û ramanek dide?
    Hesen Ehmed li ser serdana asta bilind a Fransayê bo Kurdistanê got, "Yekem peyama Frensa şikandina dorpêçên dîplomasî bû li ser herêma Kurdistanê ji ber ku berî niha Bexda rê ji gelek berpirsên welatên rojava re girt û nehêla serdana Hewlêrê bikin, lê wezîrê derve yê Fransayê ew astengkirina dîplomasî şikand."

    ‘KURDISTAN BIHÊZ NEBE, IRAQEKE BIHÊZ NABE'

    Ehmed diyar kir, "Herwiha civaka navdewletî bi taybetî Fransa gihaye wê barweriyê ku lraqeke bihêz ku ji standard û pîverên navdewletî dernekeve, pêwîste lraqeke navendî (merkezî) û taîfî nebe, ku divê rewşa aloz de bi keyfa serê xwe reftarê bike. Ji bo vê yekê Amerîka û Fransa û Almanya û tenê Birîtanya ne ku bi du berjewendiyên xwe ketiye, ew gehaye wê bawerê ku lraqeke bihêz nabe eger herêmeke Kurdistanê ya bihêz nebe. Ev ji bo ku alîsengiya hêzê bihê parastin û li hember hevdu û bi berdewamî baştir guh bidin civaka navdewletî û Fransa baş di wê rastiyê de gihîştî ye."

    ‘AMERÎKA ALÎKARIYA YPGÊ DIKE, FRANSA JÎ YA PÊŞMERGE'

    Şêwirmendê serokê hikumeta herêmê li ser pirsa ‘Fransayê ji bo çi dorpêçên dîplomasî yên li ser Herêma Kurdistanê şikandin?" wiha axivî:

    "Ev yek di zîvire bo cih û helwesta Fransa ya niha di nav hevpeymana NATO de û Fransa yek ji wan welatan e ku hêza leşkerî heye. NATO niha bûye rêkxistiyeke lawaz û mişe xor û nêzîkî 20 welatên endamên NATO bi mişexorî li ser NATO dijîn û yek leşker jî nîne. Îro Tirkiye rola xwe di NATO de naleyzie ji ber ku Tirkiye xwe goşegîr kiriye. Tenê Amerîka û Fransa û Almanya û Brîtanya hêz heye û Birîtanya jî hindî ku li duf karên aborî ye, ew hind mijulî karên leşkerî nîne û Amerîka û Fransa barê giran hildigirin ji ber wê yekê li devera Rojhelata Navîn ku dilê cîhanê û dilê teror û dilê gefan li Cîhanê ye bi taybetî li ser Fransa, îro li duf hêzeke kartêker digire. Fransa ji warê ewlehî li duf hêza pêşmerge digire ku xerciyên wê kêm in û Amerîka jî li duf hêza YPGê li Suriye digere ji ber ku hêzeke gurc û xort e û ew naxwazin hêzên xwe li deverê şer pê bikin û leşkerên xwe bidin kuştin."

    ‘WELATÊN DIN TEMAŞEYÎ HELWESTA FRANSA, ALMANYA Û BRÎTANYAYÊ DIKIN'

    Hesen Ehmed li ser bandora helwesta Fransayê ya bo Herêma Kurdistanê li ser welatên din jî destnîşan kir, welatên din çaverîyê helwestên Fransa, Brîtanya û Almanyê dikin.

    "Beşeke mezin a welatên Yekîtiya Ewropayê temaşeyî helwest û reftarên dîplomasî yên Fransa û Brîtanya û Almanya dikin jiboy ku ew jî weku wan bikin û piştî vê gava Fransa çêdibe hin welatên Ewropî û Erebî jî heman gavê bavêjn li hember herêma Kurdistanê."

    Bi heman mijarî:

    Ji meclîsa Almanyayê derbarê Efrînê de 2 raporên cuda derketin
    Wezîrê hollandî yê ku li ser hevdîtina bi Pûtîn re derew kiribû, îstifa kir
    Hikûmeta Kurdistanê îstifaya 3 wezîrên Yekgirtûyê qebûl kir
    Li Hatayê wesayîteke leşkerî û mînîbusek li hev qelibîn: 3 kesan can da 10 jî birîndar bûn
    ‘Rûsya piştgiriya kurdan dike lê ji zirarên cudaxwaziyê jî haydar e'
    Li Balyozxaneya Rûsyayê li Stenbolê dê ji bo serokatiya dewletê sindoq bêne danîn
    Etîketan:
    Fransa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de