15:01 22 Gulan 2018
    PKK-Qendil

    PKKê li Zaxoyê êrîşê baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê kir

    © AP Photo /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 30

    Berpirsekî YNKê diyar kir ku îro sibehê endamên PKKê li bajarê Zaxoyê yê Herêma Kurdistanê êrîşeke giran bir ser baregeheke leşkerî ya artêşa tirk û got, şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de qewimî.

    Berpirsekî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê ji bo Sputnik Kurdistanê ragihand ku endamên PKKê îro serê sibehê li nêzikî nahiyeya Batîfayê ya bi ser Zaxoyê ve êrîşeke giran bir ser baregeheke leşkerî ya artêşa tirk.

    Wî berpirsê YNKê destnîşan kir ku anî ziman ku di encama êrîşê de di navbera herdu aliyan de şerekî dijwar rûda û heta çend saetan jî ew şer berdewam kir û got, lê heta niha li ser wendahiyên herdu aliyan ti zanyarî nehatiye bidestxistin.

    Ji aliyê din peyamnêrê Sputnik Kurdistanê derbarê vê êrîşa endamên PKKê de peywendî bi Fermandarê PKKê Serhat Varto re danî. Serhta Varto diyar kir ku li ser encamên êrîşê ew jî hêj ne xwediî zanyarî ne û got,I dibe ku ew şer berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Endamên Weqfa Furkanê ji ‘îstismara ol û baweriyê’ û 'FETO-PKK û DAIŞ'ê hatin girtin
    Di navbera PKK û artêşa tirk de şer: Leşker jî di nav kuştî û birîndar hene
    PKK: Me operasyona artêşa tirk a Sîdekanê şikand
    Erdogan: Ne PKK, ne YPG nikare tiştekî bi me bike
    Kêlên mezelên PKK û YPGiyan hatin guherandin
    Akşener dengên kurdan xwest: Alternatîva PKK û AKPê IYI Partî ye
    Etîketan:
    êrîş, Artêşa Tirk, PKK, YNK, Serhat Varto, Zaxo
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de