02:24 20 Nîsan 2018
    Kurd - Kurdistanî

    Serokê Bizutneweyî Îslamî: Divê kurd hêviya dilovaniyê ji dijminê xwe nekin

    © AP Photo / Vadim Ghirda
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokê Giştî yê Bizutneweyî Îslamiya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz partiyên ku bi Ebadî re hevdîtin kiribûn rexne kirin û ragihand ku divê kurd hêviya dilovaniyê ji dijminê xwe neke.

    Serokê Giştî yê Bizutneweyî Îslamiya Kurdistanê Îrfan Ebdulezîz hevdîtina partiyên kurd a bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bi tundî rexne kir û got: "Ebadî bajarên we dagir kir û xelkê we kuşt, hûn diçin destê wî maç dikin. Ev tirsonekî ye."

    Îrfan Ebdulezîz di berdewamiya hevpeyvîna xwe ya Rûdawê de got: "Ez Heyder Ebadî baş dinasim. Çend caran min vexwendiyê Bexdayê lê em neçûn. Ji bo ku wek prensîb em rewşa Bexdayê qebûl nakin. Ya duyemîn wî bajarê we dagir kiriye, xelkê we kuştiye hûn diçin destê wî maç dikin. Ev tirsonekî ye."

    Ebadulezîz di dirêjiya hevpeyvîna xwe de dibêje: "Ew rewş ji bo Bexdayê wiha dewam nake, lê dewamkirina wiha dibe di xêra kurdan de be. Hêzên rojavayî jî dê fêhm bikin ku ev ne xeletiya kurdan e. Ji bo ku Iraq we naxwaze û we dixapîne. Ev çend mehên dibêje ez ê mûçeyên karmendan bidim, lê hê jî nedane û dê hetanî hilbijartinan nedin, ji bo ku hemû di hilbijartinê de wê bi dijminantiya kurdan têkevin pêşbirkê."

    Bi heman mijarî:

    Heyeta Parlamanetoya Kurdistanê bo Efrînê: Em ê piştgiriyê bidin
    Wezîrê Derve yê Fransayê piştî Bexdayê serdana Kurdistanê dike
    Bexdayê pişka Kurdistanê kêmtir kir
    Stadyûmên Herêma Kurdistanê ketin nav lîsteya navnetewî
    Nivîskar û helbestkarên Rojava operasyona li ser Efrînê ji Sputnik Kurdistanê re nirxandin
    Etîketan:
    Bizutneweyî Îslamiya Kurdistan, Îrfan Ebdulezîz, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de