21:27 24 Nîsan 2018
    Li  Hewlêrê mamostayên teqawidbûyî xwenîşandan kirin

    Li Hewlêrê mamostayên teqawîdbûyî xwenîşandanek lidarxistin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Îro hejmareke mamostayên teqawîdbûyî (xaneşîn) li hember Wezareta Darayî û Aborî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê xwenîşandanek lidar xistin û tê de nerazîbuna xwe li hember pênedana mûçeyan derbirîn.

    Mamosteyan herwiha di xwenîşandanê de daxuyaniyek pêşkêşî Wezareta Darayî û Aborî kir ku tê de daxwaza muçeyên xwe dikin ku di hemû mehekê de bi ser wan de parve bikin.

    Mamoste Ehmed Mistefa bo Sputnîk Kurdistanê ragihand, bo dema bêtir ji 35 salan min xizmeta warê perwerdê kiriye û bo dema nêzî 10 salane jî ez hatîme xaneşînkirin, min hîç dahateke din a jyanê nîn e, ez kal bûme û nikarim kar bikim, ez ji hikûmetê dipirsim gelo ez çawa dabara xwe bikim?

    Daxwaznameya Mamosteyên Xwenîşandêr
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Daxwaznameya Mamosteyên Xwenîşandêr

    ‘EM TENÊ NÎV MÛÇEYEKÎ DISTÎNÎN'

    Herweha da xuyakirin ku ta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê 16 mûçeyên me qerdar e û ew çewa bide, bo dema çend mehane em tenê nîv mûçeyekî distînîn, ew jî tenê beşê dermanan dike.

    ‘JI NIHA Û PÊ DA EM NEÇARIN KU LI DJÎ HIKÛMETA BEXDAYÊ XWEPÊŞANDANAN LI DAR BIXIN'

    Tê gotin mamostayên Herêma Kurdistanê di navbera soz û peymanên Bexdayê û Hewlêrê de bê mûçe mane, eger ta niha xwenîşandan li djî hikumeta herêmê li dar xistibin, ji niha û pê da neçarin li dijî hikumeta Bexdayê jî li dar bixin, her wekî çawa îro li bajarê Silêmaniyê hatin li dar xistin.

    Bi heman mijarî:

    YPGê bangî cerdevanên dibe ku beşdarî şerê Efrînê bibin kir
    Werzişvanan ji bo kesên di balafirê de jiyana xwe windakirin sersaxî xwestin
    Saakaşvili ji Ukraynayê hate dersînorkirin
    Peskov: Berovajî Tirkiye û Îranê, Amerîka piştgiriya pêwîst nade
    Atîna: Tirkiye mafê Qibrisê yê serweriyê ihlal dike
    Etîketan:
    Bexda, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de