10:35 23 Nîsan 2018
    Li Hewlêrê xwepêşandana piştgiriya Efrînê

    Heyeta Parlamanetoya Kurdistanê bo Efrînê: Em ê piştgiriyê bidin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 60

    Heyeta Parlamantoya Kurdistanê ya ku serdana Efrînê kiribû li ber avahiya navenda rêveberiya Kantona Efrînê civîneke çapemeniyê li dar xist û pabendiya xwe bo piştgiriya Bakurê Sûriyeyê ragihand.

    Şandeya Paralamentoya Kurdistanê duh bi şev gihiştibû Efrînê. Heyeta ji nûnerên çend partiyên Kurdistanê pêk dihat ku Elî Halo ji Partiya Demokratîka Kurdistanê, Şêrko Heme Sekreterê Gporanê, Ebas Fetah ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û herwiha Sehrab Mîkaîl ji Yekgirtûya Îslamî pêk tê ku hemû parlamanterên partiyên xwe ne.

    Heyetê da zanîn ew dê ji bo çareseriyê hewl bidin ku rêyên dîplomatîk û mirovî vekin. Herwiha Heyetê got:” Em pabend in ku piştgiriyê bidin mafên mirovan li Bakurê Sûriyeyê. Ji ber ku tiştên Tirkiye li Efrînê dike, li dijî hemû qanûn, binpêkirina îradeya gelan û mafên mirovan e.”

    Endamên Şandeyê ku hemû parlamanterên partiyên xwe ne duh bi şev gihiştibûn Efrînê û li wir çavdera civakê û rewşa siyasî kiribû.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    10 leşkerên li Efrînê birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Kilîsê
    Parlamentarê Libnanî bo Efrînê: Kompleksa Tirkiyê pirsa kurdî ye, lê ereb çima li wir in?
    Doktorê nexweşxaneya Efrînê: Dermanên di destê me de li ber xelasbûnê ne
    Bernard Levy bangî cihanê kir: Li dijî vê zilma Efrînê derkevin
    Di şerê li Efrînê de leşkerekî tirk hat kuştin
    Etîketan:
    Elî Halo, tirkiye, Efrîn, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de