01:11 26 Nîsan 2018
    Heşda Şeibî

    Li Xurmatûyê şerê girin: Gelek kuştî û birîndar hebe

    © REUTERS / Stringer
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gor çavkaniyên herêmî, li sînorê navçeya Xurmatûyê di navbera milîsên Heşda Şeibî û milîtanên DAIŞê de şer û pevçûnên giran derket.

    Li gor agahiyên berpirsê berê yê ragihandina qeymeqamiya Xurmatûyê, şer di navbera milîtanên DAIŞê û milîsên Heşda Şeibî li sînorê wê navçeyê pêkhat, di encama şerî de gelek kuştî û birîndar çêbûne.

    Berpirsê berê yê ragihandina qeymeqamiya Xurmatûyê Mihemed Fayiq li ser rûpela xwe ya Facebookê ragehand ku êvarî li nêzîkê gundê Pelganê şer û pevçûn di navbera milîtanên DAIŞê û hêzên ser bi artêşa Iraqê de pêkhat.

    Li gor zanyariyên berdest, bi sedema wî şerî gelek kuştî û birîndar ji herdu aliyan jî hene, lê amareyeke fermî derbariyê qûrbaniyan tineye.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên Iraqê li Xurmatûyê dest bi operasyonê kir: Çend bîrên petrolê hatin bidestxistin
    Qeymaqamê kurd ê Xurmatûyê bi tirkmenekî şîe hat guhertin
    Amnestyê ji bo Xurmatûyê ji Iraqê daxwaza lêkolîneke şefaf kir
    Qeymeqamê Xurmatûyê ji erka xwe hat dûrxistin
    Iraqê derbarê bûyerên li Xurmatûyê de biryarek nû wergirt
    ‘Fermandarê Heşda Şeibî soza vekişîna ji Xurmatûyê da’
    Etîketan:
    Berdevkê Qeymeqamiya Xurmatûyê, Mihemed Fayiq, Xurmatûyê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de