15:53 21 Gulan 2018
    Ursula von der Leyen

    Leyen bo Pêşmerge: We li dijî DAIŞê nûnertiya hemû cîhanê kir

    © AFP 2018 / THIERRY CHARLIER
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîra Berevaniya Almanyayê Ursula Von Der Leyen li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê serdana hêzên Pêşmerge û rahênerên almanî kir û beşdarî merasîma vekirina nexweşxaneya bo pêşmergeyan bû.

    Leyen avahiya nexweşxaneyeke taybet a ji bo çareserkirin û dabînkirina pêwîstiyên hêza Pêşmerge vekir ku dê di qonaxa yekem de 6 milyon euro lê bê xerckirin û heta meha îlonê jî bidawî bibe.

    'DI ÇAVÊ PÊŞMERGEYAN DE QEHREMANIYEKE MEZIN TÊ DÎTIN'

    Ursula Von Der Leyen di civîna rojnamevanî de kêfxweşiya xwe ya bo serdana Pêşmerge û leşkerên almanî anî ziman û got, "Ev sê sal û nîv e bi berfirehî me bi hev re kar kiriye. Îro jî ez gihîştim wê baweriyê ku Pêşmerge di warê perwerdekirinê de serkeftin û pêşketina baş dîtin. Leşkerên me yên jin û zilam, her tim ji me re behs dikin ku di dema perwerdekirinê de, hem hez û xwestekeke mezin a hêzên Pêşmerge ji bo fêrbûnê heye hem jî qehremaniyeke mezin jî di çavê wan de tê dîtin."

    'EM Ê JI ŞER DERBASÎ QONAXA ARAMIYÊ BIBIN'

    Leyen di berdewamê de destnîşan kir, "Em dizanin bi serkeftina leşkerî bi ser DAIŞê, aramî venagerin, lewma niha em derbasî qonaxeke din dibin û di qonaxa veguhestinê de em dixwazin vê serkeftinê bi cih bikin û bi hev re li gel hikumeta navendî vê serkeftinê bo temamiya Iraqê bi cih bikin. Lewma divê hêzên baş ên leşkerî werin avakirin û divê kar li ser mijarên lojistîk were kirin û sîstemeke tenduristiyê ji bo van hêzan were avakirin. Piştî ku me qonaxa perwerdeyê bi serkeftî derbas kir, doh li Bexdayê û îro li vir em ê gelek pêşniyaran bistînin, ji bo ku em bikaribin ber bi qonaxa aramiyê bimeşin."

    'EM DIXWAZIN ŞIRÎKATIYEKE DEMDIRÊJ DI NAVBERA BEXDA Û HEWLÊRÊ DE PÊK BÎNIN'

    Wezîra Berevaniya Almanyayê herwiha diyar kir: "Em hemû dizanin Pêşmerge bi nûneratiya me û nûneratiya hemû cîhanê şerekî mezin li dijî DAIŞê kir. Em spasiya wan dikin, lewma dixwazin şirîkatiyeke demdirêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk bînin."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: DYA ji welatên Amerîkaya Latîn, Asya û Afrîkayê dixwaze êdî ji rûsan çekan nekirin
    Artêşa Misirê: Li nîvgirava Sînayê 16 milîtan hatin kuştinê
    HDPê biryara xwe da: Buldan û Temellî bûn hevserokên partiyê
    Bozdag ji Amerîka re got: Êdî ji bo îknakirina me neyên
    Rûhanî: Bi alîkariya Îranê polîtîkayên parçekirinê hatin têkdan
    Rûsya: Hemû cihên ku em pêwist bibînin emê çekên xwe li wir bicih bikin
    Ji Demirtaş peyama kongreyê: HDP partiya kurd û tirkên bindest e!
    Etîketan:
    Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de