07:48 27 Nîsan 2018
    Li Hewlêrê xwepêşandana piştgiriya Efrînê

    Li Hewlêrê xwepêşandana piştgiriya Efrînê: Xelk çi difikire?

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 91

    Li bajarê Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê ji bo piştevanîkirina gelê kurd li Efrînê û berxwedana hêzên YPG û HSDê xwenîşandaneke cemawerî hat lidarxistin.

    Di xwepêşandana roja înê de çendek gotar ji aliyê nûnerên partiyên siyasî yên Bakur, Rojava û herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirin û êrişên dewleta tirk û grupên çekdarên alîkarên wê bo ser kantona Efrînê hatin şermezarkirin û piştgîrî dan berxwedana gelê Efrînê.

    Li Hewlêrê xwepêşandana piştgiriya Efrînê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Li Hewlêrê xwepêşandana piştgiriya Efrînê

    ‘PARASTINA EFRÎNÊ PARASTINA TEVAHIYA KURDISTANÊ YE'

    Di vê barê de Tara Husên cîgira hevseroka Partiya Tevgera Azad ragihand, "Îro em weku Tevgera Azad di vê xwenîşandanê de amade ne ji bo bibin xwediyê Efrînê, em dixwazin ji Cîhanê re bêjîn Efrînê bi tenê nîne, her çar perçeyên Kurdistanê piştevaniya Efrînê dikin. Hewlêr jî weku paytexta herrêma Kurdistanê dixwaze bi tev partiyên siyasî û hemû reng û dengên ji hev cuda ku li vir amade ne piştgîrya Efrînê dike. Em dikarin bêjîn ku ne tenê êriş li ser Efrînê heye, êriş li ser Hewlêr û Silêmanyê jî heye ji ber ku ji bo dewleta tirk cudahî di navbera Efrîn û Hewlêr û Silêmanyê de nîne. Em dema Efrînê diparêzin em tev Kurdistanê diparêzin, berxwedana Efrînê ew yek selimand ku gelê kurd êriş nake ser xaka tu welatan, lê berevaniyê ji xaka xwe dike ji ber wê yekê ew qehremanê û xort û lawên me jî hem bi çek û hem bi çalakiyên medenî berdewam in li ser berxwedana xwe."

    ‘GELÊ KURD JI BO EFRÎNÊ LI SER PIYAN E'

    Muzeyen Guneş nûnera Partiya Herêmên Demokratîk li herêma Kurdistanê got, "Gelê kurd baş dizane ku êrişa dewleta tirk bo ser Efrînê armanca wê tunekirina kurdan e, Tirkiye dixwaze li her cihekî dengê gelê kurd hebe tune bike, Tirkiye êriş dike ji bo ku rêya azadiya kurda bigire. Gelê kurd îro li Hewlêrê xwedî li doza xwe derketiye û li ser pîyan e û peyamên piştgiriyê didin gelê Efrînê."

    Li Hewlêrê xwepêşandana piştgiriya Efrînê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Li Hewlêrê xwepêşandana piştgiriya Efrînê

    ‘EM BI BERXWEDANA ŞERVANAN SERBILIND IN'

    Welatiyê bi navê Senger Senger ku xelkê Hewlêrê ye û beşdarî xwenîşandana îro bû got, "Bêtir ji 20 rojan e berxwedana Efrînê berdewam e û serê me bilind e ku serkeftina behra şervanan e, ew yek jî, ji ber baweriya wan e bi rewatiya doza xwe û em hatine êre piştgîriyê bidin wan.

    ‘EFRÎN DÊ BI SER BIKEVE'

    Keçeke kurd Zahîda Yilmaz ku beşdarî xwenîşandanê bûbû got, "Efrîn wê serkeve çawa Kobanê serkeft, bêtirî 20 rojan e êrişên dewleta tirk li ser Efrînê ne, em ji Hewlêrê ji gelê Efrînê re dibêjin h3un ne bitenê ne em hemû ligel we ne."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Li Bexdayê di balafira Tirkiyê de bi milyonan hebên hişbir hatin girtin
    Lubnan: Dibe ku em lîmanên xwe ji keştiyên Rûsyayê re vekin
    Ji ber ku alîkarî daye DAIŞê ji şirketeke tirk re biryara mueyideyê hat dayîn
    Erdogan ji berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dizeyî re sersaxî xwest
    PKKê bi roketan êrişî leşkerên tirk kir: Leşkerek mir
    Lîstika şanoyê ji ber ku peyama 'aşitiyê' dide hat betalkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de