09:52 20 Nîsan 2018
    Parlementoya Herêma Kurdistanê

    Sibe şandeke Parlemana Kurdistanê serdana Efrînê dike

    © Foto : Parlementoya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 40

    Biryar hat stendin ku sibe şandeke Parlemana Kurdistanê ji bo ji nêz ve ji rewşa gelê Efrînê agahdar bibe serdana Kantona Efrînê dike û piştevaniya xwe jî jê re diyar dike.

    Di vî warî de Endamê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî li Parlemana Kurdistanê de ji bo Sputnik Kurdistanê ragihand, "Parlemana Kurdistanê berdewam e li ser helwesta xwe ji boy piştevanîkirina gelê Efrînê û gihandina dengê mezlumiyeta gelê kurd li Rojava bi tev cîhanê."

    Herwiha hat diyar kirin ku her di çarçoveya piştgîrkirina berxwedana gelê kurd li kantona Efrînê Perlemana Kurdistanê biryar wergirtiye ku sibe roja şemiyê 10ê meha sibatê şandeke Perlemana Kurdistanê serdana kantona Efrînê bike.

    Hacî Karwan got, "Ew şand ji nûnerên hemû fraksyonên di Perlemana Kurdistanê de pêkhatiye û wê peyama piştgîriyê bi gihîne gelê Efrînê li hember êrişên dewleta tirk û çekdarên grûbên Suriyeyê yên alîkarên wê."

    Herwisa Karwan ev yek jî da xuyakirin ku Parlemana Kurdistanê wê hemû hewilan bide ji boy ku wê neheqiya ku niha li efrînê li hember gelê kurd tê kikrin bo cîhanê ragihîne û vî şerî rawestîne.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    'Bihaneya Tirkiyeyê ku êrişî Efrînê kir ne PKKê ye'
    Birêveberiya Efrînê derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek da
    Meleyên Hewlêrê: Parastin û berxwedana Efrînê erkeke dînê îslamê ye
    Ji Efrînê çend wêneyên balkêş
    Parlamenterê sûrî: Hevdîtin bi YPGê re ji bo şandina artêşê bo Efrînê dewam dikin
    Etîketan:
    Serdan Efrînê, Şande, Serdan, Haci Karwan, Efrîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de