02:35 28 Gulan 2018
Efrîn operasyon

Meleyên Hewlêrê: Parastin û berxwedana Efrînê erkeke dînê îslamê ye

© REUTERS / Osman Orsal
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 40

Îro roja înê lI bajarê Hewlêrê careke din meleyên kurdan di xutbeyên xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk yên li ser Efrînê û ragihandin ku li gorî ayetên Qurana pîroz û Hedîsên Pêxemberê Islamê her kesê ku li ser xaka xwe were kuştin şehîd e.

Niştecîyên Efrînê ji ber bombebarana balafir û topavêjên tirk li şikeftan star dibin.
© Sputnik / Mikhail Alaeddin
Endamê Lîjneya Fetwayên Îslamî ya Herêma Kurdistanê Mela Mihemed Çomanî derbarê mijarê de got, "Parastin û berxwedana ji bo xaka Efrînê erkeke dînê lslamê ye û her kesê ku di wê berxwedanê de jiyana xwe ji dest bide, li gorî dine îslamê şehîd e."

Herwisa Mela Mihemed Çomanî di xutebeya xwe ya li Mizgefta Xalidî ya li Hewlêrê de ev tişt gotin, "Mixabin bi navê îslamê îro kurdan dikujin û wekî kafir bi nav dikin. Wan ew yek ji bîr kir ku yên bajarê Qudsê ji destên gawiran derxist kurd bûn."

Tê gotin ku îro li piraniya mizgeftên bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê meleyan di xutbeyên xwe de behsa berxwedana gelê kurd ya li Efrînê kir û bi dengên bilind dia kirin û piştevanî jê re xwestin.

Bi heman mijarî:

Parlamenterê sûrî: Hevdîtin bi YPGê re ji bo şandina artêşê bo Efrînê dewam dikin
Ji Efrînê çend wêneyên balkêş
Paylan: Ji aliyê Efrînê ve li dijî Tirkiyeyê kevirekî biçûk jî nehatiye avêtin
Di şerê li Efrînê de leşkerekî tirk hat kuştin
Berdevka YPJê: Em şerê li Efrînê ji cîhanê re radighînin
Bernard Levy bangî cihanê kir: Li dijî vê zilma Efrînê derkevin
Etîketan:
erka îslamê, berxwedana Efrînê, Endamê Lîjneya Fetwayên Îslamî ya Herêma Kurdistanê, Mela Mihemed Çomanî, Efrîn, Hewlêr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de