05:13 21 Nîsan 2018
    Balyozê Amerîka ya li Iraqê û Nêçîrvan Barzanî

    Balyozê amerîkî Kurdistan vexwende civîna Kuweytê

    © Foto : KRG
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlara paytexta Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman kir.

    Mesûd Barzanî
    © REUTERS / Reuters TV
    Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman hevdîtinek pêk anîn û di hevdîtinê de pêşveçûn herî dawî yên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin. Silliman Kurdistan vexwende civîna Kuweytê.

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di hevdîtinê de Barzanî û Silliman li ser karê lijneyên taybet ên dabînkirina meaşên herdu wezaretên tendirustî û perwerdeyê yên Kurdistanê û rakirina qedexeya balafirên navneteweyî yên ser balafirxaneyan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve axivîn û herdu alî hêviyên xwe anîn ziman ku gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê erênî bibin û rê li çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera herdu aliyan vekin.

    Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê de Barzanî û Silliman behsa beşdarbûna heyeta Kurdistanê di Konferansa Avakirina Iraqê de kirin. Biryar e di demeke nêz de li Kuweytê ji bo avadankirina Iraqê konferansek were lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî spasiya HDPê kir
    Washington Times: Barzanî hêjayî xelata Nobelê ya Aştiyê ye
    Barzanî li gel şandeyeke payebilind a Îranê civiya
    Barzanî: Iraqê pereyên Herêma Kurdistanê neşandiye
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    Barzanî: Em amade ne ji Efrînê re alîkariyê bişînin
    Etîketan:
    Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Douglas Silliman, Nêçîrvan Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de