02:34 25 Gulan 2018
    Hêzên çekdar

    Li bajarê kurdan bi Keleşê êrişî dikanê kirin: 7 kuştî û 3 birîndar

    © REUTERS / Goran Tomasevic
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 02

    Hat ragihandin ku li bajarê Xaneqîn ê Herêma Kurdistanê kesên nenas bi Keleşan êrişî dikanekê kirin. Di encama êrişê de 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

    Li gor çavkaniyên herêmî, li taxa Bextiyarî ya Xaneqînê dikanek rastî êrişa kesen çekdar hat. Di encama êrişa çekdarî de 7 kes hatin kuştin û 36 kes jî bi giranî birîndar bûn.

    Yek ji rêvêbirê Midûriyeta Ewlehî yê Xaneqînê Ferhad Rifet dibeje: "Li taxa Bextiyarî ya Xaneqînê çend çekdaran di nava du otomobîlan de bi çekên Klaşînkof teqe li dokanekê kirin. Di encama bûyerê de 7 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûne."

    Rifet di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me hemû hêzên xwe di nava bajêr de belav kirine û lêgerîn û pişkinîn bo vedîtina bikerên wê tawanê dest pê kiriye. Sedemên li pişt bûyerê hêj nayê zanîn, lê belê lêkolîn dest pê kiriye."

    Bi heman mijarî:

    Balafirên Iraqê deverên bilind ên Xaneqînê bombebaran kirin
    Endamekî YNKê li Xaneqînê hat kuştin
    Bexda hemû fermanberên kurd ji Xaneqînê der kirin
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    Xaneqînê biryara beşdarbûna referandûmê da
    Etîketan:
    Li Xaneqînê êrişa çekdarî, Ferhad Rifet, Xaneqîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de