21:53 22 Sibat 2018
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Mesûd Barzanî spasiya HDPê kir

    © REUTERS/ Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 11

    Serokê berê yê Herêma Kuridstanê li ser dawetnameya HDPê ya ji bo Kongreya Mezin ya 3yem ya di 11ê Sibatê de peyamek şand û di wê peyamê de diyar kir ku ew nikare beşdarî kongreyê bibe û spasiya xwe pêşkeşî HDPê kir.

    HDPê ji bo kongreya xwe ya roja yekşemê ji nûner û şandeyên partiyê yên siyasî re dawetname şandin û lîsteya ew ên ku dê beşdarî kongreyê bibin, eşkere kir.

    Yek ji wan kesên vexwendî serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû. Barzanî ji bo dawetnameya HDPê peyameke şand û di wê peyamê de spasiya HDPê kir û diyar kir ku ew dê nikaribe beşdarî kongreyê bibe. Hat destnîşankirin ku parlamenterên koma YNKê ya Parlamentoya Iraqê dê beşdarî kongreye bibe.

    Li gorî lîsteya HDPê aliyên dê beşdarî kongreye bibin, bi piranî çepgir in.

    Bi heman mijarî:

    HDP: Pêwistiya desthilata Erdogan bi şer heye
    Li Sêrtê û Batmanê siyasetmedar û rêveberên HDP û BDPê hatin desteserkirin
    HDP: Doktoriyê û şuştina cenazeyan tevlîhev dikin
    HDP: Divê hemû gelên Tirkiyeyê li hember operasyonan derkevin
    HDP: Ger atmosfera şer dewam neke dê çawa OHALê berdewam bikin, dê çawa KHKyan bisepînin?
    HDP: Divê hemû jin xwedî li Kaftancioglu derkevin
    Etîketan:
    spasî, Serokê berê yê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de