04:03 27 Nîsan 2018
    Bajarê Kerkûkê

    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre diyar kir ku ew wekî YNKê Kerkûkê bajarekî dagîrkirî dibînin û li ser mijara vekirina balafirxaneyan jî got: "Balafirxaneyên Kurdistanê bi awayekî yekalî tên vekirin û heta 28ê mehê divê bên vekirin."

    Berdevk û Berpirsê Ofîsa Peywendiyên Giştî ya YNKê Sadî Ehmed Pîre di bernameyeke Rûdawê de axivî û diyar kir ku Iraq piştî şerê DAIŞê xwe serkeftî dît ku ev jî xeletiyek e. Pîre wisa berdewam kir: "Kerkûk û Xurmatû herêmên bi nakok in û tevgera niha ya hikûmeta Iraqê li dijî destûra Iraqê ye. Ew wekî dagirker tevdigerin. Em tenê dema ku Artêşa Iraqê, Pêşmerge û Polîsên Federal hevsengerê hev bin, Iraqê wekî dagirker nabînin."

    Ehmed Pîre anî ziman ku li gorî YNKê ew herêm hatine dagirkirin û ev tişt gotin: "Li beramberî vê yekê em ê dîsa jî li wan herêman beşdarî hilbijartinan bibin. Fişara li ser xelkê ya ji bo terikandina Kerkûkê metirsiyeke mezin e. Niha zêdetirî 100 hezar kesên me li derveyê Kerkûkê ne û ew jî beşeke zêde ya dengdêran e. Eger bi vî awayî hilbijartin werin lidarxistin, kursiyên me ji dest diçin. Li beramberî vê yekê jî niha hewl tê dayîn beşek ji wan erebên li derdorê bi ewraqên sixte vegerin Kerkûkê û ev yek li dijî me ye. Em ku xwediyê 8 kursiyan bûn, dibe ku kêmtir kursiyan bidest bixin."

    Berdevkê YNKê li ser vekirina balafirxaneyên Kurdistanê jî got divê heta 28ê vê mehê balafirxane werin vekirin.

    Bi heman mijarî:

    'Erebkirina Kerkûkê berdewam e û pilaneke nû jê re danîne'
    Namzedê lîsteya Heyder Ebadî li Kerkûkê hat kuştin
    Bexda ji bo petrola Kerkûkê haziriya operasyonê dike
    Dadgeha Federal a Iraqê: Alaya Kurdistanê li Kerkûkê qanûnî ye
    ‘Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin û Tirkiye ji derve hiştin’
    Etîketan:
    dagirkirin, Berdevkê YNKê, Sadî Ehmed Pîre, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de