00:39 27 Gulan 2018
Herêma Kurdistanê ala Kurdistanê xwepêşandan

Roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê nehat diyarkirin

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Îro li parêzgeha Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Kurdistanê serokatiyên hikûmet, parlamento û komisyona hilbijartinên Herêma Kurdistanê li hev kom bûn. Di encama civînê de ji bo lidarxistina hilbijartinan ti rojek nehat diyarkirin.

Îro ji bo destnîşankirina roja hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di navbera serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Komisyona Hilbijartinên Herêma Kurdistanê de civînek hat birêvebirin. Lê aliyên beşdar ên civînê di encamê de negihîştin ti rêkeftinê.

Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnik Kurdistanê li Hewlêrê di civînê de ji bo hilbijartinan du roj hatine pêşniyarkirin ku yek ji wan roja 6ê Tîrmeha 2018an e, roja din jî 6ê Îlona 2018an e lê civîn bi dawî bû û di encama civînê de li ser rojan ti biryar nehat girtin.

Herwisa hat ragihandin ku hatiye gotin ku serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya 6ê Îlona 2018an rojekê diyar bike lê bi şertê ku divê ev roja dê were destnîşankirin ne beriya 6ê Îlonê be.

Bi heman mijarî:

Barzanî: Iraqê pereyên Herêma Kurdistanê neşandiye
Dîroka hilbijartina Kurdistanê diyar dibe
Bajarê Kurdistanê di nava 3 seetan de 20 caran hejiya
Dadgeha Federal a Iraqê: Alaya Kurdistanê li Kerkûkê qanûnî ye
Tirkiye zêdetir hêz dişîne Herêma Kurdistanê
Etîketan:
destnîşankirin, roja hilbijartinan, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de