00:58 26 Nîsan 2018
    Xwepêşandana mamosteyên kurd ên li Siliêmaniyeyê

    Li Silêmaniyê li dijî Ebadî xwepêşandan hat lidarxistin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê li dijî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwepêşandan tê lidarxistin û tê xwestin ku Iraq mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.

    Îro li bajarê Silêmaniyê cara yekem hejmareke mamostayên Herêma Kurdistanê xwenîşandanek li dijî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li dar xistin.

    Xwepêşandaran berê xwe dan ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê ku ew daxwazên xwe bi awayekî fermî radestî parlamentoyê bikin. Mamostayên xwenîşander li ser tabloyên xwe nivîsandibûn ka soz û peymanên we hey Ebadî? We negot em dê mûçeyên mamostayên Herêmê bidin. Bo çi hun nadin?

    Herwiha xwenîşanderan cadeya sereke ya pêşiya rêveberiya perwerdehiya Silêmanyê bo demekî daxist û di piştre ber bi nivsîngeha perlemantarên lraqê li bajarê Silêmanyê meşiyan û daxwaza mûçeyan xwe kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Min û Barzanî li ser nexşerêyekê li hev kir
    Civîna di navbera Serokwezîrê Îraqê Ebadî û partiyên Kurd de bi dawî bû
    ‘Ebadî kurdan razî neke nikare budçeyê bide pejirandin’
    Ebadî sibe bi partiyên Kurdistanî re dicive
    Fraksiyonên Kurdistanê li dijî Heyder Ebadî derketin
    Etîketan:
    xwepêşandan, Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de