19:30 20 Nîsan 2018
    Efserên hêza Pêşmerge barwernameyên xwe wergirtin

    Şanda amerîkî soza alîkariya berdewam da Pêşmerge

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şandeke leşkerî ya Artêşa Amerîkayê ku 5ê Sibatê li Hewlêrê bi Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya, ragihand ku ew dê alîkariyên bo hêza Pêşmerge berdewam bikin.

    Wezareta Pêşmerge derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de diyar kir ku civîna navbera şanda serbazî ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge derbarê gotûbêjkirina hemahengî û pêwendiyên navbera Amerîka û Hêza Pêşmerge de bûye û berdewama pêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan hatiye gotûbêjkirin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku Fermandarê amerîkî General Baker di vê civînê eşkere kiriye ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştgiriyê dide Kurdistaneke bihêz û hêzeke pêşmerge ya pêşkeftî û profesyonel.

    Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, "General Baker soz da ku hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan berdewam dibin li ser pêşxistina pêwnediyên xwe yên li gel Wezareta Pêşmerge û dê berdewam bin li ser alîkariya rahênan û şêwira serbazî ya bo hêzên pêşmerge."

    Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer jî derbarê civînê de ji Rûdawê re got, "şêwirmendên leşkerî yên Amerîkayê li gel Rêveberiya Çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge mijûlî pêkanîna reforman di hemû teşkîlata wezaret û hêzên pêşmerge de ne."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Pêwîste li Sûriyê her cure provokasyon û çalakiyên çekdarî bidawî werin
    Ryabkov: Çarçoveya Komîsyona Destûra Sûriyê hat diyarkirin
    Karwana mezin a piştgiriya Efrînê gihîşt bajêr
    'Xistina balefira Rûsyayê ya li Idlibê, sabotaja pêvajoya Astanayê ye'
    Îranê cezayê îdamê da kurdekî bavê 2 zarokan
    Pûtîn ji nû ve hilbijartina Anastasiadis pîroz kir
    Serokê EMEPê yê Bûrsayê ji ber operasyona Efrînê hat girtin
    'Li Ezezê êrîşa bi moşekan'
    Etîketan:
    Amerîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de