07:45 24 Nîsan 2018
    Êrîşa ser xortên ku ber bi Efrînê ve dimeşiyan

    3 xortên piştgirên Efrînê bi guleyan birîndar bûn, lê asayîşa Kurdistanê teqe red kir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 01

    Ciwanên ku ji bo piştevaniya Efrînê bi rê ketibûn, di navbera Hewlêr û Koyeyê de rastî mudaxeleya hêzên asayîşê hatin û hat îdiakirin ku 3 xort bi guleyan birîndar bûne.

    Eniya piştevaniya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku asayîşê teqe li xortan kiriye û yek ji wan bi giranî 3 xort birîndar bûne.

    Li beramberê daxuyaniya Eniya Piştevaniya Efrînê, hêzên asayîşê jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan gule bi ser çalakvanan de neteqandine, lê ji ber ku xwestine bê lêpirsîn û lêkolîn bimeşin alozî derketiye.

    'ASAYÎŞÊ TEQE KIR, 3 XORT BIRÎNDAR BÛN'

    Eniya piştevanîkirina Efrînê li ser wê bûyerê daxuyaniyek belav kir û got, "Bêtirî 70 xort û gencên Kurdistanê ji bajarê Silêmanyê biryar wergirtine ku bo piştevaniya gelê Efrînê bi meşê ber bi Rojavayê Kurdistanê û kantona Efrînê biçin û îro li zalgeha dêgeleke ji aliyê hêzên asayişê ve teqe li wan hatiye kirin û di encamê de 3 ji wan xort û lawan birîndar ketîne û birîna yek ji wan giran e."

    ASAYÎŞ: ME TEQE NEKERIYE

    Rêvberiya asayişa Hewlêrê jî li ser bûyerê daxuyaniyek derxst û tê de ragihand, wan xort û gencan pêgîrî bi yasa û fermanên zalgehê nekiriye û hewl dane bê pirskirin û lêkolîn derbas bibin û di encamê de şer û alozî di navbera her du aliyan de çêbûye, lê hêzên asayişê hîç teqeyek li wan genc û xortan nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    Spûtnîkê belgeya erebkirina navçeyên derveyî îdareya Kurdistanê bi dest xist
    TFF: Denîz Nakî hîn jî futbolîzê tescîlkirî yê Amed Sporê ye
    Li Dallasê êrîşên ser Efrînê hatin protesto kirin
    510 parêzeran danezanek weşand: Ji şer re na, aştî aniha!
    Li Japonyayê robotek bi hev re 5 qehweyan amade dike
    Di bombardimana ser Efrînê de ermeniyek jî hat kuştin
    Mişkên bi pênceşêrê hatin tedawî kirin
    Li 5 bajaran binçavkirinên Efrînê û dijatiya şer
    Walîtiyê teqîna Enqereyê xist stuyê PYDê: Gumanbar ji nav YPGê hatiye
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de