04:21 20 Nîsan 2018
    Ala Kurdistanê û Iraqê

    Spûtnîkê belgeya erebkirina navçeyên derveyî îdareya Kurdistanê bi dest xist

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 01

    Li Iraqê belgeya erebkirina navçeyên kurdî derket holê

    Fermandariya Operasyona Dîcle ya bi ser Artêşa Iraqê ve biryar da ku li navçeyên nakok ên derveyî Herêma Kurdistanê erebkirinê cîbicî bike.

    'HÊZA 5 Û POLÎSÊ FEDERALÎ HATIYE ERKDARKIRIN'

    Li gor belgeyeke fermandariya Dîcle ku peyamnêrê Spûtnîk Kurdistanê bi dest xistiye, ji bo kurdan ji navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê derxin, Yekeya 5 a Artêşa Iraqê û polîsê federalî hatine erkdarkirin.

    Belgeya erebkirina navçeyên kurdî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Belgeya erebkirina navçeyên kurdî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê

    Di belgeyê de tê gotin, ew hêzên iraqî ji bo mal û milk û zeviyên çandiniyê yên li nehiya Qeretepe, Celewla, Cebare û yên li Qeza Xaneqînê radestî welatiyên ereb bikin, dê kar bikin.

    EREBKIRINA NAVÇEYÊN KURDÎ DEMA DESHILATIYA SEDAM HISÊN DESTPÊ KIRIBÛ

    Tê ragihandin ku piştî 16ê Cotmeha 2017an ku parêzgeha Kerkûkê û çend navçeyên din ketin jêr kontrola artêşa Iraqê, madeya 140 a derbarê deverên hatine erebkirin de dîsa tê binpêkirin û hewlên destdanîna ser mal û milkên kurdan berdewam dikin.

    Hêjayî bîrxistinê ye, di serdema seroktiya Sedam Hisên a Iraqê de, gelek navçeyên kurdî hatibûn erebkirin û mal û milkên wan jî bo ereban hatibûn dayîn ku li gor vê belgeyê niha jî ew pêvajo tê dubarekirin.

    Bi heman mijarî:

    TFF: Denîz Nakî hîn jî futbolîzê tescîlkirî yê Amed Sporê ye
    Li Dallasê êrîşên ser Efrînê hatin protesto kirin
    510 parêzeran danezanek weşand: Ji şer re na, aştî aniha!
    Li Japonyayê robotek bi hev re 5 qehweyan amade dike
    Di bombardimana ser Efrînê de ermeniyek jî hat kuştin
    Mişkên bi pênceşêrê hatin tedawî kirin
    Li 5 bajaran binçavkirinên Efrînê û dijatiya şer
    Etîketan:
    Kerkûkê, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de