06:28 27 Gulan 2018
Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mahmûd

‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'

© Foto : PSDK
Kurdistan
Lînkê kurt
0 20

Fermandarê Pêşmerge Mihemed Hacî Mehmûd di axaftina xwe de ragihand ku nabe Kerkûk ji Herêma Kurdistanê were qutkirin.

Fermandarê Pêşmerge û Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di axaftina xwe de ragihand ku bajarê Kerkûkê ji Herêma Kurdistanê nayê qutkirin. Belê raste ji ber referandûmê artêşa Iraqê êrîş bire ser Kerkûkê û me ew bajêr winda kir, lê em dikarin di şereke din de Kerkûkê bigrin. Lê ya giring ew e ji aliyê siyasî û gelêrî de me bajar winda nekiriye û di proseya referandûmê de me sedî 80 deng bidest xistiye.

Mihemed Hacî Mehmûd di berdewamiya axafitina xwe de got: "Em deyndarê Kurdistanê ne. Bê guman heta dilopek xwîn di bedena me de be, em ê parastin û piştewaniya her bostek axa Kurdistanê bikin. Ji ber Kurdistan ji me û ji her tiştekî giringtir e. Eger axa Kurdistanê li gel me giring nebe, me her roj lîstok bi rihê xwe nedikir."

Mehmûd di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ebadî ji bo berjewendiyên xwe dijitiya Herêma Kurdistanê dike. Li Bexda kî dijitiya Kurdistanê dike di hilbijartinan dengê xwe zêde dike. Dibe hilbijartinên Kurdistanê werin paşxistin. Li gor zanyariyên berdestê min, dibe hilbijartin bo Îlona 2018an dê bên paşxistin."

 

 

Bi heman mijarî:

Hacî Mehmûd: Piştî referandumê Tirkiye û Îran nikarin deriyê sînor bigirin
Hacî Mehmûd: Divê Hêzên siyasî yên beşên din pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çênekin
Hacî Mehmûd: Divê kurd jî bibin xwedî dewlet
Mihemedê Hacî Mehmûd ‘xelata bavê şehîdan’ wergirt
Serfermandarê Kerkûkê Mihemed Hacî Mehmûd birîndar bû
Etîketan:
PSDK, Mihemed Hacî Mehmûd, Kerkûk, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de