07:31 20 Nîsan 2018
    Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê

    Wezareta Derve ya Amerîkayê: Divê êdî balafirxane werin vekirin

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Wezareta Derve ya Amerîkayê ji hikûmeta navendî ya Iraqê daxwaz kir ku divê êdî balafirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê werin vekirin.

    Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Sullivan di axaftina xwe de ragihand ku Washîngtonê daxwaza vekirina balafirxaneyên Herêma Kurdistanê ji hikûmeta navendî ya Iraqê kiriye.

    John Sullivan çend roj berê serdana Iraqê kiribû û li Bexda û Hewlêrê bi berpirsên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbûn, piştî vegera xwe ya bo Amerîkayê di konfranseke rojnamevanî de behsa encama serdan û hevdîtinên xwe kir.

    Sullivan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku serdana wî ya bo Iraqê encamên baş bûne û wî di civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de daxwaz ji wî kiriye ku bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gotûbêjê bike û bi wî re rêkeftinê bike.

    Li gor daxuyaniyê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Sullivan ji Heyder Ebadî daxwaz kiriye ku bila Bexda mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî bi şandeya Amerîkayê re civiya
    Sepana fitnessê Strava, koordînatên baregehên Amerîkayê weşandin
    ‘Di qada sîstemên şerî de Rûsya ji Amerîkayê derbas dibe'
    Amerîkayê Medvedev, Lavrov û Peskov jî tevlî lîsteyê kir
    Amerîkayê alîkariyeke mezin ji Hêza Pêşmerge re şand
    Ewropayî mueyîdeyên Amerîkayê yên li dijî şîrketên Ewropayî yên hevkarên Rûsyayê red dikin
    Etîketan:
    Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Sullivan, Iraq, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de