01:27 24 Gulan 2018
    cenaze-veşartin-binaxkirin

    Xortekî hewlêrî di şerê Efrînê de jiyana xwe ji dest da

    © AFP 2018 / ILYAS AKENGIN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Xortekî hewlêrî bi navê Başûr Soranî li Efrînê di şerê parastina Efrînê de jiyana xwe ji dest da.

    Xortê bi navê Başûr Soranî ku bi eslê xwe ji Hewlêrê bû li Efrînê jiyana xwe ji dest da. Bavê Başûr Soranî, Hadî Omer di derbarê kurê xwe de van gotinan anî ziman: "Navê kurê min Mihemed e. Kurê min çendek beriyê tev li hêzên YPGê bibû. Kurê min ji bo parastina xaka Rojava bi Tirkiya dagirker re ket şer û jiyana xwe ji dest da."

    Hadî Omer di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku "ez gelek bextewar im ku kurê min ji bo axa xwe şer kir û şehîd ket." Başûr Soranî beriya du rojan di çeperên li hember leşkerên tirk de jiyana xwe ji dest dabû. Hê jî ne diyar e ku gelo wê cenazeye Başûr Soranî derbasê Herêma Kurdistanê bibe an na.

    Bi heman mijarî:

    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
    Etîketan:
    Hewlêr, Rojava, YPG, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de