02:26 20 Nîsan 2018
    Efrîn-leşkerê tirk

    Dr. Şivan Ehmed: Operasyona Efrînê hewldaneke dijminane ya dijî kurd e

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Pisporê têkiliyên navneteweyî û mamostayê Zanîngeha Hewlêrê Dr. Şivan Ehmed operasyona artêşa Tirkiyeyê û encamên wê li ser Rojhilata Navîn ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir.

    Efrîn
    © AFP 2018 / George OURFALIA
    Mamostayê Zanîngeha Hewlêrê ku di heman demê de parlamenterê berê yê PDKê ye Dr. Şivan Ehmed operasyona artêşa Tirkiyeyê û encamên wê li ser Rojhilata Navîn ji ajansa Spûtnîkê re şîrove kir. Li gor Şivan Ehmed operasyona artêşa Tirkiyeyê ya li hemberî Efrînê hewldaneke dijminane ya dijî kurd e.

    ‘LI BAŞÛRÊ EFRÎQAYÊ JÎ NAHÊLIN DEWLETA KURDÎ WERE AVAKIRIN'

    Pisporê têkiliyên navteweyî Dr. Şivan Ehmed di axaftina xwe de got: "Li gorî nêrîna min operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê hewldaneke dijminane ya dijî gelê kurd, dijî jiyan û armancên kurdan e. Operasyon di çarçoveyeke dijminkarane de dimeşe. Tirkiye ji dîrokê ve her hewl daye ku rê li ber pêşketina hemû kurdan bigre. Ma Serokomarê Tirkiyeyê negot ‘eger kurd li Başûrê Efrîqa jî bixwazin dewletê ava bikin em ê bibin asteng û nehêlin."

    ‘JI BO SERFIRAZIYÊ TIFAQ Û YEKGIRTIN ŞERT E'

    Dr. Şivan Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di pêvajoyê de ji bo serfiraziyê yekgirtina kurdan pir girîng e. Tifaqa kurdan wê hemû hisabên dagirkeran têk bibe. Di vê kurd bê şert û merc tifaqa xwe saz bikin, li dijî vê hewldana dijminane ya operasyona leşkerî derkevin û xwe dengê xwe bigihînin hemû sazî û dezgehên navneteweyî ku bikaribin ji bo lidijderketina operasyonê piştgiriya cihanê wergirin."

    ‘TIRKIYE BÊ DESTÛR OPERASYONÊ LI DAR NAXE'

    Şivan Ehmed di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ez bawer nakim Tirkiye bê destûra dewletên wek Amerîka, Rûsya û yên din bikaribe operasyoneke leşkerî li dar bixe. Îhtîmaleke mezin razîbûna wan jî heye. Welatê Sûriyeyê gelekî tevlî hev e û hemû dewletên mezin û yên ciran destwedanê dikin. Lewma bê qanihbûna dewletên navborî lidarxistina operasyoneke leşkerî ne mimkin e."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Şivan Ehmed, Efrîn, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de