05:50 22 Nîsan 2018
    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê

    Talebanî: Hetanî dadgerê leşker li Kerkûkê be rewşa xirab nayê guhertin

    © AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê Rêbwar Talebanî di axaftina xwe de ragihand ku hemû îdareya Kerkûkê teslîmî kurdan jî bikin hetanî dadgerê leşker li wir be rewşa bajêr naguhere.

    Rêbwar Talebanî di axaftina xwe ya nirxandina dawî ya bajarê Kerkûkê de got: "Li Kerkûkê navê hêzên ewlehî her çend cuda be jî strateji û nêrîna wan yek e. Hemû li gor mezheb û erkekî tevdigerin. Polîsê Federal, Heşda Şeibî û Hêzên Dijteror hemû wek rûyê dualî yê pereyekî ne. Hemû kopya hev in."

    Rêbwar Talebanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li Kerkûkê dixwazin du planan têxin meriyetê. Yek jê derkirin û bidawîanîna desthilatiya kurdan. Ya duyem jî têkbirina aramî, siyasî û ewlehiya bajarê Kerkûkê. Aramiya ku niha li Kerkûkê heye li gor bajarên din ên Iraqê ne ji sedî 5 jî."

    Talebanî dirêjiya axaftina xwe de got: "Hemû sendeliyên meclisa bajêr têkevin destê kurdan jî dÎsa tiştek naguhere. Hûn nikarin leşkerekî Heşda Şeibî an jî Polîsekî Federal rexne bikin. Li Kerkûkê ne qanûn nemaye. Dadgerekî leşker bi cih kirine û wî jî li gor xwe dadgehe ava kiriye û li gor dilê xwe însanan sûcdar dike. Bi sedan însan ji ber muameleya kêfî girtî ne. Her roj bi ser malên kurdan de bi behaneya ku piştgiriya referandûma serxwebûnê kirine digrin û bi zor ji malên wan derdixînin."

    Bi heman mijarî:

    Îro li Kerkûkê û sibe li Silêmaniyê xwepêşandan ji bo Efrînê tê lidarxistin
    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Li Kerkûkê teqînekê rû da
    Taxên Newroz û Kurdistan ên Kerkûkê tên valakirin
    Li Kerkûkê çeteyekê bi qasî 47 milyon dolaran dizî kir
    Etîketan:
    Serokê Meclisa Bajarê Kerkûkê, Heşda Şeibî, Rêbwar Talebanî, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de