14:47 19 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye

    © Sputnik / Nazek
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Doh medyaya ıraqî ragihand ku hikumeta lraqê biryar wergirtiye ku erka parastina ewlehiya bajarê Kerkûkê ji supa û Heşda Şeibî wergirtiye û daye destê hêzeke polîsên federal û niha Kerkûk ji aliyê hêza polîsên federal ve tê parastin û hemû hêzên supa û Heşda Şeibî ji Kerkûkê hatîne vekişandin.

    Lê li gor dûvçûneke Spûtnîk Kurdistan ew nuçeya medyaya Iraqê nerast e nîne û hêşta Kerkûk dibin kontrola supa û Heşda Şeibî ya lraqê deye û ewlehiya wê ji aliyê wan hêzan ve tê parastin ne ku hêza polîsên federal.

    Azad Cebarî serokê Lijneya Karûbarên Ewlehî û Aramiyê di civata parêzgeha Kerkûkê de bo Spûtnîk Kurdistan ragihand: "Wan nuçeyên medyaya ıraqî qet ne rast in. Tenê hinek hêz hatîne guhertin û hinek hêzên din anîne cihê wan û heta niha bajarê Kerkûkê dibin kontrola supa û hêzên Heşda Şeibî de ye û tenê hêzên polîsên federal di xalên vekolînên ser cade û rêyên serekî de hene.

    Derbarê rewşa aramiya Kerkûkê de Azad Cebarî destnîşan kir ku: "Mixabin heta niha rewşa aramiya Kerkûkê baş nine, ji ber ku heta niha karên revandina welatiyan û kuştina wan berdewam in û hêzên supa û Heşda Şeibî nikariye wekî pêwîst dike aramiya bajar dabîn bikin.

    Derbarê piroseya erebkirina Kerkûkê de got: "Li hin navçeyên bakûrê Kerkûkê çendîn gundên kurdan careke din malbatên ereb ketîne têde û malbatên kurd jê derxstîne. Lê rastiyek heye ez dixwazim bêjim ku di her dû taxên kurdistan û newroz de li kerkûkê zordarî li malbat û welatiyên kurd nehatye kirin her wekî di medyaya kurdî de hatiye gotin. Ji ber ku xaniyên wan taxa hinek ji wan neyên kurdane û kurd çûne di nav de. Niha xwediyên wan dixwazin careke din xaniyên xwe ji malbatên kurdan wergirin ew jî ne karê bi erebkirinê dihê zanîn.

    Ji aliyek din Spûtnîk Kurdistan zanyarî wegirtine ku aliyên siyasî yên Tirkmanî bêtirî aliyên siyasî yên ereb hewla derxistina kurdan ji kerkûkê diden bi taybetî derxistina wan di postek û karîgêriya parêzgehê de û di van rojande Ebdulqadr Mihemed birêvberê giştyê ava û avrêja li Kerkûkê ku kesekî kurde ji posta wî hatiye derxistin û kesekî Tirkmanî li cihê wî hatiye danîn. Herweha li gor zanyaryên Spûtnîk Kurdistan niha li Kerkûkê Tirkman hewl diden piroja 32 % cîbicî biken ew dabeşkirna postekên kargêrî li parêzgeha kerkûkê bi rêjeya 32% bo pêkhateya Turkman û 32% bo Kurd û %32 bo pêkhateyan Ereban.

    Bi heman mijarî:

    Bexdayê ji bo beşdarbûna înşaata xeta petrolê ya Kerkûk û Ceyhanê şirketên rûsî vexwendin
    Hemwelatiyên Kerkûk û Duzxamurtûyê li pêş nûnertiya NY daxuyaniyek da
    Hikûmeta Kurdistanê ji bo mijara Kerkûk û Xurmatûyê dicive
    Parlamenterê Parlamentoya Iraqê: Li Kerkûk û Duzxumartû kurd bi şêweyekî hov tên kuştin
    YNKê ji bo Kerkûk û Xurmatûyê bangî Ebadî kir
    'Du lîwayên leşkerî dê biçin Kerkûk û Xurmatûyê'
    Etîketan:
    Daxuyanî, Kerkûk, Azad Cebarî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de