17:29 25 Nîsan 2018
    Mizgeft-Mizgefta Hecî Xalid li Herêma Kurdistanê-

    Mamosteyên olî li Helebceyê ji bo Efrînê peyamek da

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Mamosteyên olî li Parêzgeha Helebceyê li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê xwenîşandanek li dar xist, piştevaniya xwe bi YPGê nîşan da û bangî Serokkomarê Tirkiyeyê kir ku operasyonê rawestîne.

    Ji dirêjahiya xwenîşandanên cemawerî yên li Herêma Kurdistanê li hember operasyonên Tirkiyeyê li ser kantona Efrînê û nîşandana piştevaniya xwe ji bo şervanên YPGê, îro l bajarê Helebceyê hejmareka mamostayên Ola Islamê xwenîşandanek li dar xist û li hemberî Arma şehîdên Helebceyê peyama şermezarkirina êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li kantona Efrînê û nîşandana piştevaniya xwe bo berxwedana gelê kurd li rojavayê pêşkêş kir.

    Mamostayên Olî di peyama xwe de bang li Recep Tayyip Erdoganî kir ku êrişên xwe li ser gelê kurd li devera Efrînê rawestîne û gotin, Erdogan hîç mafek nîne ku êrişan bibe ser gelê kurd ê misilman li Efrînê.

    "LI GORÎ QURANA PÎROZ HER KESÊ LI SER XAKA XWE BÊ KUŞTIN, ŞEHÎD E"

    Herwiha piştevaniya xwe jî ji bo gelê Efrînê û şervanan derbirî û ragihand, ""li gor ayetên Qurana pîroz û Hedîsên pêxemberê islamê, her kesê li ser xaka xwe bê kuştin şehîd e".
    Di dirêjahiya xwenîşandanên gelê kurd li herêma Kurdistanê de her îro li bajarê Ranye û Silêmaniyê jî berdewam bûn. Li bajarê Silêmanyê mamoste û xwendevanên zanîngeha Silêmanyê xwenîşandanek li dar xist û li Ranyeyê jî xelkê deverê bi xwenîşadanê şermezariya operasyonên Tirkiyeyê li ser kantona Efrînê û piştgiriya gelê kurd li rojavayê derbirî.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    YPG, amadehiya vekirina korîdora Efrîn û Kobanî dike
    YPGê derbarê şerên li Efrîn û Kobanê de daxuyanî da
    YPGê rêya navbera Efrîn û İdlibê kontrol kir
    Salih Muslim: Efrîn û Kobanî dê bigihên hev
    Tenê 12 kîlometre mane ku Efrîn û Kobanî bigihêjin hev
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
    Etîketan:
    recep Tayyip Erdogan, Kurdistan, Tirkiye, Helebce, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de