18:24 19 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Îro li Kerkûkê û sibe li Silêmaniyê xwepêşandan ji bo Efrînê tê lidarxistin

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 40

    Ji bo piştevaniya gelê kurd yê li kantona Efrînê ya Rojava îro li parêzgeha Kerkûkê hejmareke mezin ya welatiyan li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser kantona Efrînê xwepêşandanek li dar xist û piştevaniya xwe ya ji bo gelê kurd yê Efrînê nîşan da.

    Rojnamevan Ubeyd Mecîd li Kerkûkê ji bo Sputnîk Kurdistanê got, "Hejmareke welatiyan li dijî dagirkeriya artêşa tirk ya ji bo ser Efrînê piştevaniya xwe ji gelê kurdê rojava re, bi taybetî ji berxwedana Efrînê re nîşan da."

    Herwisa tê payîn ku sibe roja yekşemê li bajarê Silêmaniyê jî xwepêşandaneke mezin li djî êrişên Tirkiyeyê yên li ser gelê Efrînê were lidarxistn.

    Çalakvanê bi navê Kemal Reûf di derbarê xwepêşandana sibe ya li Silêmaniyê de ji saziyên ragihandinê re got, "Ew xwepêşandana sibe wê cemawerî be û nabe hîç partiyeke siyasî yan aliyekî din bi alayên xwe beşdar be û xwepêşandanê bike milkê xwe. Ji ber ku xwepêşandan ji bo nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistanê ye li hember êrîşên dewleta tirk ya dagîrker û herwisa piştevaniya ji bo berxwedana gelê kurd yê li kantona Efrînê ye."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmaniyê eniyeke ji bo piştevaniya Efrînê hate avakirin
    Kurdên Ewropayê li dijî êrîşên li ser Efrînê xwepêşandan li dar xist
    Bernameya radyokarê ku gotibû ‘yên ku îtîrazî Efrînê bikin, li wan bidin' hate betalkirin
    Leşkerê tirk yê di operasyona li dijî Efrînê de birîndar bû axivî
    Karayilan: Hîn şer neketiye nava Efrînê û eger gihişt em ê mal bi mal şer bikin
    UNICEF: Li Efrînê 11 zarokan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê, xwepêşandan, Rojnamevan, Ubeyd Meşîd, Kemal Reûf, Silêmanî, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de