14:30 20 Gulan 2018
    Li Silêmaniyê ji Efrînê eniyek hat avakirin

    Li Silêmaniyê eniyeke ji bo piştevaniya Efrînê hate avakirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 0 0

    Di çarçoveya hewlên piştevanîkirina gelê kurd li kantona Efrînê de, ku ev zêdetirî heftyekê ye rastî êrîşên dewleta tirk û hin komên çekdarên Suriyeyê tê, li parêzgeha Silêmaniyê eniyeke ji bo piştevaniya gelê Kurd li Efrînê hate avakirin.

    Perwe Elî Endama Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo Sputnîk Kurdistanê axivî û got, "Li parêzgeha Silêmaniyê eniyeke berfireh ji bo piştgiriya gelê kurd li kantona Efrînê hate avakirin û pêkhatiye ji parlamenter, siyasetzan û çalakvanên sivîl, rewşenbîr, nivîskar û welatiyên din û piştî  encamdana civîneke berfireh, desteyek hatiye destnîşankirin ku karê wê eniyê birêve bibe."

    Ji bo kar û armanca wê eniyê Perwe Elî daxuyand ku ew desteya hatiye diyarkirin wê serdana hemû partiyên syasî yên li Herêma Kurdistanê û hemû konsolxane û nûnertiyên welatên biyanî, Neteweyên Yekbûyî û ajansên navdewletî li herêmê bike. Elî got, "Ji bona fişarê li dewleta tirk bike ku êrişên xwe yên li ser gelê kurd li Efrînê rawestîne. Herwisa wê daxuyaniyan jî bidin û ji aliyên siyasî, welatên cîhanê û NY re bişîne û dê ji wan bixwaze ku rê li hemberî Tirkyeyê bigirin û êrîşê ser gelê kurd yê li Rojavaya Kurdistanê neke."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Konferansa yekêtiya netewa Kurdistanê hat lidarxistin
    Kurdên Ewropayê li dijî êrîşên li ser Efrînê xwepêşandan li dar xist
    Bernameya radyokarê ku gotibû ‘yên ku îtîrazî Efrînê bikin, li wan bidin' hate betalkirin
    Leşkerê tirk yê di operasyona li dijî Efrînê de birîndar bû axivî
    Karayilan: Hîn şer neketiye nava Efrînê û eger gihişt em ê mal bi mal şer bikin
    UNICEF: Li Efrînê 11 zarokan jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    enî, Endama Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Perwe Elî, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de