01:06 24 Gulan 2018
    Mesûd Barzanî

    Barzanî bo BBCyê: Encama referandûmê gotina 'Kurd nabin yek' pûç derxist

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke BBC de, li ser referandûma serxwebûnê ku 25ê Îlona 2017an hatibû kirin diyar kir ku ew ti carî ji vê biryarê poşman nebûye û ew mafê herî demokratîk ê gelê mezlûm ê kurd bû.

    Barzanî di hevpeyvînê de got, "Biryara referandûmê ne ya şexsekî yan partî û grûbekê bû, biryara gelê ku 93%ê dengê belê daye bû. Referandûm ne sûc ne jî kujerî bû. Mafê herî demokratîk ê gelê rastî zilmê hatiye bû. Ji vê ti caran poşmaniya nabim."

    Barzanî di berdewamê de destnîşan kir, "Gotina kurd nabin yek, beriya referandûmê jî dihat gotin, lê gelê kurd bi dengê 93% ev derew derxist."

    Li ser nebûna piştgiriya navdewletî jî Barzanî got, "Amerîka û civaka navdewletî ti bijardeyeke din li cihê referandûmê pêşkêş nekirin."

    Barzanî li ser êrîş û operasyona Tirkiyê ya Efrînê jî bibîr xist ku şer ne çareserî ye û daxwaza rawestandina şer kir.

    Li ser şandina pêşmerge bo Efrînê jî Barzanî diyar kir, "Şandina pêşmerge pirsgirêkan çareser nake, baştirîn piştgirî ew e ku hewla bidawîbûna êrîşan bikin."

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê 9 kes ji ber parvekirinên Efrînê hatin girtin
    Rêdûr Xelîl: Tawana şer tê kirin, 66 sivîl hatine kuştin
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Li Amsterdamê êrîşa çekdarî: Kesekî can da, 2 kes birindar bûn
    Çalakvanên Efrînê û alîgirên Tirkiyê li Berlînê rûbirûyî hev bûn
    Yildirim: Çekan nadin me, lê behsa avakirina artêşa YPGê dikin
    Etîketan:
    Serxwebûn, Referandûm, Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de