Li gorî nûçeya Rûdawê, di civînê de “hemû biryarên pêwîst” bo yekgirtina lîwa û fewcan hatin dayîn. Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de jî wiha tê gotin: “Di civînê de hat teqezkirin ku divê di nav rêzên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê de yek biryar û yek ferman hebe. Herwiha biryar hat dayîn ku her lîwayeke li sînorê eniyekê hatiye bicîhkirin, divê fermanên leşkerî tenê ji fermandeyê eniyê û Wezareta Pêşmerge werbigire. Ev jî wan pirsgirêkên ku berê rûbirûyê hêzên Pêşmerge bûne, çareser dike.”
Herwiha navçeyên operasyonên lîwayên 1 û 2 ên bejayî hatin diyarkirin û biryar hat dayîn bo şopandin û destnîşankirina kêmasiyên lîwayan û çawaniya çareserkirina pirsgirêkan di qonaxa yekgirtina wan de lijneyeke bilind were pêkanîn.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin: “Dema pêwist bo yekgirtina herdu lîwayan hatiye destnîşankirin û fermandeyên lîwayên 1 û 2 jî tekez kirine ku dê pabendê hemû biryar û fermanên Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bin.
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)