13:59 25 Nîsan 2018
    Bajarê Kerkûkê bendewariya referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê dike

    Taxên Newroz û Kurdistan ên Kerkûkê tên valakirin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Seîd ku piştî 16ê Cotmehê hatiye erkdarkirin, bi nivîsekê daxwaz ji kurdên taxên Newroz û Kurdistan ên bajarê Kerkûkê kir ku terka taxên xwe bidin û 7 roj dem da niştecihên wan taxan.

    Parêzgarê Kerkûkê nivîsa derbarê valakirina taxên Newroz û Kurdistan ên Kerkûkê de, roja 21ê Çileya 2018an ji Navenda Polîs a Miqdadiye ya Kerkûkê re şandiye.

    Di nivîsê de 7 roj dem ji welatiyên kurd ên her du taxên Kurdistan û Newroz re hatiye dayîn ku malên xwe bar bikin û terka wan taxan bidin.

    Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd wekî sedema biryara valakirina taxan jî destdanîna ser milkê dewletê nîşan dide.

    Hat zanîn ku nivîsa fermî ya parêzgarê Kerkûkê li gorî biryareke Encumena Serkirdatiya Şoreşê ya rejîma Beisê hatiye dayîn. Hikûmeta berê ya serdema Beisê, beşek ji erdê wan her du taxan dabû efserên saziyên ewlehiyê yên Iraqê û niha jî wan wek milkê dewletê dibîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Em dixwazin li Arjantînê santrala nukleerî ava bikin
    Macron û Erdogan li ser operasyona Efrînê axivîn
    Rojnamegerekî din ji ber parvekirinên Efrînê hat binçavkirin
    Li ser sînor 15 rojan qedexeya ‘Efrînê’ hat ragihandin
    Artêşa Sûriyê li Hama, Heleb û Idlibê êrîşî Fetih el Şamê kir
    Çavuşoglu: Dê Trump û Erdogan biaxivin
    Etîketan:
    Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de