06:26 27 Gulan 2018
Rêbwar Kerîm

Hevpeymana Demokrasî û Dadwerî: Bi fişarên êrîş û şer kurd dest ji mafên xwe bernadin

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 0 0

Berdevkê Partiya Dr. Berhem Salih Hevpeymana Demokrasî û Dadweriyê Dr. Rêbwar Kerîm ji Spûtnîk Kurdistan re ragihand ku: "Em bi her awayî piştevanên gelê Efrînê ne û li ser asta siyasî û dîplomasiyê jî em hewl didin ku êrîşên dagir ker yên dewleta Tirkiyê yên li ser Efrînê werin rawestandin.

Piraniya partiyên siyasî yên herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo gelê Rojava û şervanên kurd yên li Efrînê ragihandin. Partiya Dr. Berhem Salih jî destnîşan kir ku ew dê her piştevaniya gelê kurd bikin. Berdevkê Partiya Hevpeymana Demokrasî û Dadweriyê Dr. Rêbwar Kerîm da zanîn ku her ji destpêka êrîşên dewleta tirk bi ser kantona Efrînê beyannameyeke nerazîbunê li hember wan êrîşan, ji bo buraya giştî ya Herêma Kurdistanê û hemû cîhanê ragihandine û tê de me bi zelalî ew êrîş şermezar û protesto kirine.
Herwiha Kerîm da zanîn ku niha li Efrînê şer di navbera du aliyan de ye û bi şer jî tu kêşe çareser nabin û mixabin xelkên sivîl bûne qurbaniyên vî şerî û weha berdewam kir: "Şervanên Rojava û Efrînê, di şerê li dijî terorîstan de rolekî xwe yê mezin hebûn. Pêwiste niha ev êrîş li ser wan neyên kirin, lewra wan xelkên sivîl ji terorîstan parastiye û rê li ber terorîstan girtiye. Lewra ji ber vê yekê divê ev hemû rolê şervanan li darî çav were girtin."

Kerîm aşkere kir ku: "Em civaka navdewletî dixwaz in ku rola xwe bilîze û rê nede welatên herêmê ku dîsa li ser hesab û berjewendiyên xwe li ser gelê kurd ava nekin. Dîrokê ev yek nîşandaye ku kurd di jêr fişarên şer û êrîşan de jî dest ji mafê xwe bernadin. Gelê kurd amadeye bi her awayî berevaniya destkeftiyên xwe bike û jê re bibe qurban."

Dr. Rêbwar Kerîm ev yek jî destnîşan kir ku: "Dr. Berhem Salih ê Serokê Hevpeymana Demokrasî û Daweriyê jî li ser hewlên xwe yên siyasî û dîplomasiyê, li Herêma Kurdistanê û li asta navdewletî, ji bo rê li ber êrîşên dewleta tirk yên bi ser Efrînê de bigre û kêşeyan bi diyalogê çareser bikin dixebite."

 

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
Etîketan:
Êrîş, dagirkerî, Efrîn, Dr. Rêbwar Kerîm, Herêma Kurdistane
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de