22:03 19 Nîsan 2018
    Mehmûd Sengawî

    Mehmûd Sengawî: Êrîşa li dijî Efrînê planeke navdewletî ya mezin e

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 30

    Endamê Serkirdayetiya YNKê û Fermandarê Hêza Pêşmerge yê li herêma Germiyanê Mehmûd Sengawî li ser êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê got, ez wisa bawer dikim ku ev êrîşên niha li dijî Efrînê didomin, planele navdewletî ye.

    Endamê Serkirdayetiya YNKê û Fermandarê Hêza Pêşmerge yê li herêma Germiyanê Mehmûd Sengawî derbarê êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê ji bo Sputnik Kurdistanê axivî û got, "Ez wisa bawer dikim ku ya niha li Efrînê didome, planeke navdewletî ye. Ji ber ku hemû welatên mezin bêdeng in û ev yek jî dide nîşan ku ew razî ne kurd bikevin ber êrîşan û werin kuştin."

    Sengawî got, "Tirk gelekî şovenîzm in û her tim hewl didin êrîşê ser kurdan bikin û niha jî li ber çavên cîhanê êrîşê ser gelê kurd ê li Efrînê dike. Mixabin cîhan jî bêdeng e."

    Fermandarê pêşmergeyan Sengawî li ser şandina Hêza Pêşmerge ji bo hêzên YPGê yên li Rojava jî got, "Mixabin wekî min berê jî behs kir, planeke navdewletî ya mezin li ser gelê me ye û niha hêza pêşmerge li hemberî artêşa Iraqê û Heşda Şeibî ya Iraqê li hemû eniyan di sengeran de ye, lê her pêşmergeyekî ku li Xaneqîn û Mendeliyê heta Qamişlo û Efrînê şer bike wekî hev e û berevaniya ji bo xaka welat erkê me ye. Li kuderê êrîşên li dijî kurdan hebin, em ê şer bikin û berevaniyê ji bo gelê xwe bikin û bi hemû şêweyî em piştevaniya hêzên YPGê dikin."

    Bi heman mijarî:

    Mahçupyan: Ji bo Efrînê dema Tirkiyê kurt e
    Amerîka: Operasyona Efrînê hewlên têkbirina DAIŞê belav dike
    Orhan Miroglu: Em li dijî operasyona Efrînê dernakevin
    Fransa: Operasyona Efrînê me bifikar dikin
    Etîketan:
    plana navdewletî, YPG, Fermandarê Hêza Pêşmerge, Mehmûd Sengawî, Kurdistan, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de