16:46 19 Sibat 2018
Zindî
    Parlamentoya Iraqê

    'Daxwazên Herêma Kurdistanê di projeya budceya lraqê de nehatine bicihkirin'

    © AFP 2018/ AHMAD AL-RUBAYE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Li gorî daxuyaniyên nûnerên kurd ên li Bexdayê hikûmeta Iraqê heta niha daxwaziyên herêmê di projeya budceyê de, ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikumeta lraqê de yek ji xalên nakokiyê ye, cîbicî nekirine.

    Biryarderê Lîjneya Darayî û Aborî yê li Parlamentoya lraqê Ehmed Hacî Reşîd ji bo Sputnîk Kurdistanê got, "Cihê dilgiraniyê ye ku li beramberî hemû têbinî û nerazîbûnên nûnerên Herêma Kurdistanê li ser projeya budceya lraqê ya ji bo sala 2018an hikûmeta lraqê hîç guhertinek di budceyê de nekiriye."

    Herwisa Hacî Reşîd daxuyand ku fraksiyonên kurdî yên li Parlamentoya lraqê bi awayekî hemahengî li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê tevdigere û got, "Daxwaz û têbiniyên herêmê yên ji bo budceya sala 2018an ya lraqê pêşkeşî rayedarên Bexdayê kirin, ku dibêjin pêwîste pişka herêmê ji bo rêjeya ji sedî 17an were zêdekirin. Eger daxwaziyên Herêma Kurdistanê di projeya budceya lraqê de neyên cîbicîkirin, fraksyonên kurd ên li Parlamentoya lraqê dê deng li ser nedin û dê nehêlin were pejirandin."

    Ehmed Hacî di berdewamiya axaftina xwe de got, "Ji bilî fraksiyonên kurd daxwaz û têbiniyên nûnerên parêzgeha Besra û Erebên Sune li ser budceya giştî ya lraqê hene û eger neyê rastkirin, hinekî zehmet e ku Parlamentoya lraqê karibe bi vî awayî budceyê bipejirîne."

    Bi heman mijarî:

    IMF li ser para budceya Iraqê ya ji bo Kurdistanê axivî
    Dahata budceya Kirimê li gorî berê du qat zêde bû
    Rûsyayê ji salên 1990an û vir ve cara pêşîn budceya berevaniyê kêm kir
    PDK wê rûniştina budceya sala 2017an boykot bike
    Barzanî derbarê budceya sala 2017an daxuyaniyek da
    Etîketan:
    daxwaz, budce, Biryarderê Lîjneya Darayî û Aborî yê li Parlamentoya lraqê, Ehmed Hacî Reşîd, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de