08:27 27 Gulan 2018
Demançe, fîşek, gule, kuştin

Li Helebceyê ciwanekî hemû endamên malbata xwe kuştin

© Sputnik /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 02

Rêveberiya polîsên Helebceyê diyar kir ku li parêzgeha Helebceyê ciwanekî dayik, bav û du birayên xwe di xew de kuştin.

Li gorî nûçeya Rûdawê rêveberê polîsên Helebceyê Emîd Kazim Ebdulla got, "Êvara roja yekşemiyê agahî ji me re hat ku ciwanekî 19 salî yê bi navê K.M. di dema xew de bi çeka keleşnîkofê dayik û du birayên xwe kuştine û paşê jî bavê xwe kuştiye."

Ebdulla di berdewamiya daxuyaniya xwe de got, "Vî ciwanî roja 19ê vê mehê endamên malbata xwe kuştine. Lê êvara roja yekşemê eşkere bû. Wî ciwanî ji bo veşartina sûcê xwe bi otomobîla bavê xwe ew term revandine û avêtine cihên cuda cuda. Piştî lêgerîneke dirêj hemû term hatin dîtin."

Wî rêveberê polîsan anî ziman ew niha bi sûcê kuştinê li wî gencî digerin û li gorî lêkolînê sedemên sereke yên bûyerê kêşeyên civakî ne.

Bi heman mijarî:

El-Meyadîn: Li gundê Bilbil ê Efrînê 4 leşkerên tirk hatin kuştin
Miftî û sê cîgirên wî li Kerkûkê hatin kuştin
7 leşkerên îranî di pevçûnan de hatin kuştin
Li Stenbolê di otomobîla ku nesekinî de kesek hat kuştin
'Li Îranê 2 xwenîşandêr bi îşkenceyê hatin kuştin'
Etîketan:
Rêveberê polîsên Helebceyê, Emîd Kazim Ebdulla, Helebce, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de