01:04 21 Nîsan 2018
    Kosret Resul Elî, Mesûd Barzanî û Necmedîn Kerîm

    Barzanî serdena Kosret Resul kir

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî serdana Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resul kir ku piştî tedawiya xwe vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

    Serkirdeyê YNKê Kosret Resûl ku di heman demê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê bû, 11ê Mijdara 2017an ji ber nebaşbûna rewşa tenduristiyê li Silêmaniyê nexweşxaneya Farûq ketibû bin neştergeriyekê. Resûl li 16ê Mijdarê jî bo nexweşxaneyeke Almanyayê hatibû veguhestin û ji wê demê ve li wir hatibû derman kirin. Kosret Resul piştî tedawiya xwe ya li Almanya vegeriyabû Herêma Kurdistanê.

    Di daxuyaniya ku piştî hevdîtinê de hatiye belav kirin de tê gotin ku: "Di vê serdanê de Serok Barzanî bi cêr hatina Kosret Resûl kir û hêviya tendirustî û saxlemiyê ji wî re xwast. Her du alî nêrîna xwe derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û herêmê û pêşhatên herî dawî û proseya siyasî ya Kurdistanê anîn ziman."

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê Pêşmerge Kosret Resul ji ber nexweşiyê dibin Almanyayê
    Fermandar û Cîgirê Sekreterê YNKê Kosret Resul rakirin nexweşxaneyê
    Kosret Resul: Tirkiye qanûnên navdewletî binpê dike
    Kosret Resul:'Peyman ji bo avabûna dewleta Kurdistanê ye'
    Etîketan:
    tedawî, nexweşxane, serdan, Kosret Resul, Mesud Barzanî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de