21:16 24 Nîsan 2018
    Xwêpeşandana li ber bareegha NY ya li Hewlêrê

    Li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ji bo Efrînê xwepêşandan hatin lidarxistin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 20

    Îro wekî nerazîbûneke li hemberî êrişên dewleta tirk yên ji bo ser Efrînê xelkê Herêma Kurdistanê xwepêşandan hat lidarxistin û daxwaz kirin ku êrîşên artêşa tirk yên ser Efrînê bên rawestandin.

    Li Hewlêrê li hember baregahê Neteweyên Yekbûyî (NY) hejmareke parlamenter û çalakvanên civaka sivîl û rojnamevan ji bo piştevaniya gelê Efrînê xwepêşandanek lidarxist û daxwaz ji NY kirin ku li hember ‘dagirkeriya' Tirkiye ya li ser Efrînê bê deng nemîne.

    Hêmin Mamend ê sazûmankarê xwepêşandanê ji bo Spûtnîk Kurdistan ragihand ku: "Hejmareke parlamenter, çalakvanên sivîl, rojnamevan û kesayetiyên civakî niha li ber baregaha NY xwepêşandanê dikin û bi daxuyaniyeke nivîskî ji baregeha NY ya li Herêma Kurdistanê daxwaz kirine ku demildest êrîşên dewleta tirk yên ser Efrînê bên rawestandin. Ji ber ku ev hewla leşkerî ya Tirkiyê bi hemû pîvan û yasayên navdewletî dagîrkeriye û ji bo ser axa welateke din bi tu awayekî mafê wê nîne." Mamend herwisa aşkere kir ku: "Xwepêşandana me li hember baregahê NY ya li Hewlêrê wê her roj berdewam bike heta ku NY bersiva me bide."

    Tê gotin ku îro danê êvarî li bajarên Silêmanî û hin navçeyên qeza Şêxanê ya li parêzgeha Duhok bo piştevaniya gelê Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta tirk xwepêşandanên gelê başûr hatine lidar xistin.

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
    Etîketan:
    xwepêşandan, baregeh, Neteweyên Yekbûyî, Hêmin Mamend, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de