
'CUDABÛNA NÊRÎNAN NAYÊ WATEYA KU EM BERSIVÊ NEDIN'
Egîd li ser operasyona Tirkiyê wiha got, "Bêguman ev êrîşa Tirkiyê dibe ser Efrînê bi ti awayî nabe di berjewendiyên miletê Sûriyê û miletê Kurd de. Ev êrîş bi giştî li ser gelê Kurd tê kirin, neku li ser partiyek an jî aliyekê tê kirin. Bêguman di nav tevgera siyasî ya kurdî de nêrînên cuda hene lê ew nayê wateya ku em îro bersiva êrîşan nedin."
'RÛSYA, TIRKIYE Û ÎRAN DIXWAZIN EFRÎNÊ RADESTÎ ESAD BIKIN'
Hewas Egîd da xuyakirin: "Ev êrîş di encama hevpeymaniya Rûsya, Îran û Tirkiyê de çêbûne. Mebesta sereke jî ew e ku Efrînê radestî rejîma Sûriyê bikin. Bi me jî ev tişta herî xirabe. Divê pirsgirêka Kurdan di bin siya civaka navdewletî de bê çareserkirin. Bi hevpeymaniyên yek alî pirsgirêka Kurdan a Sûriyê nayên çareserkirin. Di heman demê de ev nêrîna Erebistan Siûdiyê ye jî. Em ê nêrîna xwe di civîna 23yê vê mehê ya li Parîs bê sazkirin de jî bi zelalî behs bikin."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)