18:50 20 Gulan 2018
    Efrîn

    Goranê ji bo Efrînê daxuyaniyek da

    © Foto: Bertramz
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 10

    Tevgera Goran derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de daxuyaniyek da û tê de xwest ku ew operasyon werin rawestandin û herwiha bagî NY û rêxistinên navdewletî kir ku ji bo rawestandina operasyonê gavan biavêjin.

    Tevgera Goran li Herêma Kurdistanê li hember êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser Efrînê daxuyanyek da û tê da ragihand ku" niha kantona Efrînê li rojavayê Kurdistanê rastî êrîşeke leşkerî ya Dewleta Tirkiyeyê û çend komên çekdar ên dijberiya Sûriyeyê hatiye. Tevgera Goran hemû êrîş û destdirêًjyan şermezar dike û dixwaze zûtirîn dem, ew êrîş bên rawestandin û bi rêya danustanan pirsgrêk bên çareserkirin.

    Fermandarê Amerîkî Joseph Votel
    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Di beşeke dina daxuyanyê de, Goran ji NYyê û rêxistinên navdewletî û hepveymana li dijî DAIŞê xwest ku "gav û kirdaran bikin û rê li ber êrîşên Artêşa Tirkiyeyê bigirin bo ser Efrînê ku tenê welatiyên sivîl dibin qurban û bêdengiya civaka navdewletî jî li hember van êrîşan rewayetyek daye ku di rastiyê de li djî mafên mirovan û mafên welatyên wê herêmê ye ku tenê dixwazin bi aştî û aramî jyana xwe bidomînn û xwe bi rê ve bibin, xelkê wê herêmê rolek dirêj jî hebûye di şerê li dijî terorstên DAIŞê de".

    herwiha daxuyaniya Tevgera Goran teqez li ser wê yekê dike ku piştevaniya temam ya mafên rewayên welatiyên kantona Efrînê dike û daxwaza rêzgirtnê ji maf û azadiya pêkhateyên cuda li wê herêmê jî dike.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Efrîn û Şêxmeqsûd di bin êrişan de ne
    YPGê derbarê şerên li Efrîn û Kobanê de daxuyanî da
    YPGê rêya navbera Efrîn û İdlibê kontrol kir
    Tenê 12 kîlometre mane ku Efrîn û Kobanî bigihêjin hev
    Li gorî MGKê, Efrîn jî di nav de her cihê ku YPG lê be hedefa meşru ye
    YPG: Êrişên çeteyan yên li ser Efrîn û Helebê didomin
    Etîketan:
    NY, Goran, Kurdistan, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de