01:22 24 Gulan 2018
    Nêçîrvan Barzanî

    'Barzanî bi serdana xwe ya Bexdayê dorpêçên li ser Kurdistanê dişkîne'

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Şêwermendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Hesen Ehmed Mistefa ji Sputnik Kurdistanê re behsa armanc û mijarên seredana Barzanî bo Bexdayê û girîngiya wê serdanê kir.

    Hesen Ehmed Mistefa ragihand ku" Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê serdanê karî dorpêçan bişkîne ji ber ku wî biryara serdana Bexdayê daye û pir girîng e ji ber ku dawiyê bi aloziyên nêvbera Hewlêr û Bexdayê û daxuyanyên hevdijî hev tîne, rewşeke baştir bo lihevkirin û lêktêgehştinê çêdike û lîjneyên navbera herêm û Iraqê dê aktîv bibin û karê xwe baştir bi cî bikin ji bo çareserkirina hemû pirisgirêkan.

    Li ser serdana nûnerên serokê Amrîkayê bo şerê DAIŞê bo Herêma Kurdistanê heta niha çend bandora xwe li ser serdana Barzanî bo Bexdayê hebûye?

    Hesen Ehmed" di rastî Amrîka û welatên rojava bi taybetî Fransa rolek hebûye, ji ber ku helwesta wan rûn û zelal e û dixwazin Bexda û Hewlêr di rêyên aştî û diyalog çareseriya pirsgrêkên xwe bikin, herweha xweragirya xelkê Kurdistanê û yekrêzya wan weha nîşanî cîhanê da ku bi qutkirina muçeyan û pereyan ji herêmê, gelê Kurdistanê xwe bi dest nade, ev ji aliyekî û ji aliyê din hewl û serdanên Nêçîrvan Barzanî bo welatên mezin û têgehştina wan welatan ji rola stratejî û kartêkera Herêma Kurdistanê li navçeyê û vegeriyana gef û metirsyên terorê careke din bo ser deverê û alozyên ku li lranê çêbûn û niha li Efrînê hene û serhildana terorê bi rîtmeke din li Iraqê li navçeyên Enbar, Tikrît û Mûsilê, ev tev pêwîst dikin ku milletên herêmê li hev bikin û pişta hev bigrin. lraq û welatên deverê baş dizanin ku ew nikarin gelê kurdistanê paş guh bikin, daxuyaniya wezareta derve ya Amrîka berî niha gelekî girîng e ku gotibû" em herêmeke Kurdistanî bihêz di nêv îraqeke bihêz, dixwazîn û civaka navdewletî jî dest ji Herêma Kurdistanê bernade û gelê Kurdistanê jî xwe bi dest nade. Di serdana xwe de Nêçîrvan Barzanî baş haydarî vê rewşê ye ya ku min behs kiriye û ew baş dikare kartên di dest de bi kar bîne li hember hikûmeta Iraqê.

    "DÊ BI SERKIRDÊN SUNÎ Û ŞÎÎ RE BICIVE"

    Ji aliyê din ve, li ser mijarên ku Baranî dixwaze li gel Bexdayê gotûbêj bike, şêwermendê serokê Hikûmetê xuya kir" pirsa çewaniya birêvebirina deriyên sînorî û balefirgehên Herêma Kurdistanê û muçeyên karmendan û petrola herêmê û nûjenkirina boriya şandina petrola Kerkûkê bo Tirkiyeyê û pirsgrêkên ewlehî û aramiyê û rola hêza Pêşmerge û hevahengî li gel Artêşa Iraqê di pêşerojê de û pêşeroja navçeyên erebkirî û Kerkûkê dê li gel rayedarên lraqê behs bike. Herwiha di serdana xwe de serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi serkirdên bilind ên siyasî yên şîî û sunî li Bexdayê re bicive.

    "BIRYARA BARZANÎ SERDANA AMERÎKAYÊ JÎ BIKE"

    Herwiha Hesen Ehmed diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî dê serdana Îranê jî bike û wiha got " belê piştî serdana Bexdayê Nêçîrvan Barzanî dê serdana Komara Îslamî ya Îranê jî bike û ji aliyê hikûmeta Tehranê ve hatiye vexwendin û biryar e, serdana çend welatên din li cîhanê bike wek Amrîka".

    "PÊŞMERGE NEBE, NIHA JÎ DAIŞ VEDIGERE"

    Hesen Ehmed di berdewamiya axiftina xwe de got ku " Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta Herêma kurdistanê di serdanên xwe de, wê peyamek bide wan welatan ku hikûmeta herêmê armanca wê ya serekî xizmetkirina gelê Kurdistanê ye û bi hîç şêweyekî asayîş û aramiya tirk, faris, ereb û ti neteweyeke û gelek din têk nade, lê berovajî wê, Herêma Kurdistanê faktora aramî û asayşa hemû herêmê ye û eger hêza pêşmerge nebûya, DAIŞ bi dawî nedibû û niha jî eger Pêşmerge nebe DAIŞ careke din vedigere.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsyayê dîmenên nû yên NHByên ku êrîşî baregahên Sûriyeyê kiribûn parvekirin
    Amerîka: Em ê dawiyê li hebûna Îranê ya li Sûriyeyê bînin
    Zerîf û Lavrov ji bo Sûriyeyê axivîn
    Faysal Mekdad: Tirkiye neçar e ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne
    Tirkiyeyê tank şandin ser sînorê Sûriyeyê
    Hevpeyman: Em ê hêzeke 30 hezar kesî li bakurê Sûriyeyê perwerde bikin
    'ENKS li dijî biryara Dijberiya Sûriyeyê ye'
    Artêşa Sûriyeyê 44 gund ji milîtanan hat paqijkirin
    Senatorê rûsî: Avakirina Amerîkayê ya 'hêzên ewlekariyê' Sûriyeyê perçe dike
    Etîketan:
    Hesen Ehmed Mistefa, Nêçîrvan Barzanî, Amerîka, Iraq, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de