02:21 21 Gulan 2018
    YPG

    'YPG dikare bersiva komên çekdar û terorîst bide'

    © AFP 2018 / Delil Souleiman
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 50

    Nûnerê Kantonên Rojava yê li Herêma Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal Hesen li ser êrişên dewleta Tirk yên li dijî Efrînê got, "Êrîşên dewleta Tirk ne nû ne. Ji ber ku dewleta Tirk bi berdewamiya şoreşa gelê Sûriyeyê êrîşê ser her sê kantonên kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê kiriye."

    Nûnerê Kantonên Rojava yê li Herêma Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal Hesen ji bo Sputnik Kurdistanê behsa bombebarana artêşa Tirk a li dijî Efrînê kir û got, "Di destpêkê dewleta Tirk bi rêya komên çekdar û terrorist şer dikir û li hemberî îradeya gelê me radiwestiya û di ware siyasî û dîplomasî de jî hewl dida ku gelê kurd nebin beşek gotûbêjên li ser siberoja Sûriyeyê."

    'ŞERÊ LI DIJÎ EFRÎNÊ LI DIJÎ HEMÛ MIROVATIYÊ YE'

    Hesen herwisa parast ku şerê dewleta Tirk a li djî kantona Efrînê ev çend sal in berdewam dike û got, "Gelê Efrînê di çemberekê de ye û ambaro li ser heye. Lê gelê Efrînê wekî hemû gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dikare bersiva van êrîşan bide. Niha artêşa Tirk bi hemû awayî hewl dide Efrînê dagir bike. Ev şerê li dijî Efrînê ne tenê li dijî Efrînê ye, li dijî hemû mirovayetiyê ye. Ji ber ku şerekî di nav dû hizirên cuda de ye. Hizrekî dîktator ya bi serpereştiya Erdogan û hizrekî azadîxwaz a li ser binemaya pêkvejiyanê û biratiya gelan e ku gelê me li Rojavayê Kurdistanê serpereştiya wê hizirê dike. Eger Erdogan bi ser keve, tê wê wateyê ku wê dîktatorî û hêzên terorst bi ser kevin û dûbare hemû herêm û hemû cîhanî jî wê bikeve nav metirsiyê."

    Wekî nûnerên kantonên Rojava em ji hemû cîhanê dixwazin li hemberî êrîşên dewleta Tirk rawestin û nehêlin êrîş bike ser Efrînê ji ber ku eger êrîş bike wê şer ne tenê li kantona Efrînê be û got, em bi Tirkiyeyê re xwediyê sînorekî dûr û dirêj e û li ser asta sînor bi temamî wê şer destpê bike.

    'REWŞA EFRÎNÊ Û KOBANÊ NE WEKÎ HEV IN'

    Dr. Cawîdan Kemal li ser helwesta YPGê ya li hemberî êrîşên artêşa Tirk jî got, "Em gelek bihêvî ne ku çawa gelê me li Kobanê bi serket, wisa jî li Efrînê wê bi ser keve. Eger dewleta Tirk êrîşê Efrînê bike, bi rastî jî rewşa Efrînê ne wekî rewşa Kobanê ye. Dema terorîstên DAIŞê êrîşê ser kir, li wê demê sîstema me nû dihat avakirin û YPG nû hatibûn avakirin. Lê îro em dibînin bi wan derfetên kêm ew dikarin paytexta DAIŞê rizgar bikin û hemû navçeyên din li rojava ji destê terorîstan derxînin. Niha li ser asta dîplomasiyê jî piştgiriya navdewletî ji bo piroseya me ya Rojavayê Kurdistanê bihêztir bûye. Di warê leşkerî de jî hêza me xortir bûye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk niha hene û hemû pêkhate tê de cih digirin. Di warê siyasî jî gelek dewletên cîhanê dibêjin ew serbora Rojavayê Kurdistanê dikarin bi ser hemû Sûriyeyê cîbicî bikin."

    'RÛSYA Û AMERÎKAYÊ PIŞTEVANIYA ME KIRIYE'

    Nûnerê kantonên Rojava yê li Herêma Kurdistanê li ser helwesta Rûsya û Amerîkayê jî got, "Rast e wan piştevaniya me kiriye, lê di rastiyê de her ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê, me bêtir pişta xwe bi gelê xwe xurt kiriye. Gelê me û YPG dikarin bersiva komên terorstî û çeteyan bidin û hêzên navdewletî hatin û peywendî bi hêzên YPGê re danîn. Yên wan berjewendiyên wan hene, lê karê me û berjewendiyên wan li hev digirin ji ber ku komên terorstî wê êrîşê ser wan jî bikin. Eger hêzên YPGê nebin û eger metirsî liser me hebe, dê li ser wan jî hebe."

    Bi heman mijarî:

    PDK-Îyê li ser Efrînê got: Divê kurd yek bin
    Lavrov û Tillerson rewşa li Rojava axivîn
    Berdevkê YPGê yê Efrînê: Di bombebarana artêşa Tirk de 7 sivîl birîndar bûne
    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê: Leşkerên me yên li Efrînê vekişiyane herêmeke din
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî li ser civîna xwe ya bi Barzanî re daxuyanî da
    Etîketan:
    êrîş, YPG, Nûnerê Kantonên Rojava yê li Herêma Kurdistanê, Dr. Cawîdan Kemal Hesen, Sûriye, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de