16:34 19 Sibat 2018
Zindî
    Bajarê Kerkûkê

    Barzanî: Em polîtîkayên erebkirina Kerkûkê û herêmên din qebûl nakin

    © AFP 2018/ Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navçeya Selahadînê di civîna xwe ya li gel rûspiyên civakê de got, polîtîkayên erebkirina Kerkûkê û li herêmên din ên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.

    Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî li navçeya Selahadînê bi rûspiyên civakê re kom bû. Barzanî di wê civînê de bal kişand ser erebkirina Kerkûkê û herêmên din ên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê û got, ew polîtîkayên erebkirina wan herêman nayê qebûlkirin.

    Barzanî di axaftina xwe de got, "Xelkê Kurdistanê bi nirxên xwe yên exlaqî û çanda xw eya pêkvejiyanê li hemberî aliyên etnîkî û dînî yên din bi rêz tevdigere. Em ê destûrê nedin ku aloziyên navbera hikûmetan gelan bînin hemberî hevdu. Polîtîkayên erebkirinê ji bo gelan dibe sedema encamên xeternak ên mezin."

    Mesûd Barzanî derbirî ku ew dê her tim li gel xelkê Kurdistanê bin û ew ê destûrê nedin binpêkirina mafên mirovan û got, "Divê xelkê Kurdistanê li dijî zilma zaliman hêviya xwe wenda neke."

    Bi heman mijarî:

    Iraqê li gel BPyê momerandûmeke lihevkirinê ji bo petrola Kerkûkê îmze kir
    Azad Cebarî: Şandeke MITê ya Tirkiyeyê duhî li Kerkûkê bû
    Ewlehiya Kerkûkê dest diguherîne
    PDK hilbijartinên Kerkûkê boykot dike
    Civîna partiyên kurdan ya li ser Kerkûkê hat taloqkirin
    Milîtanên DAIŞê êrişî Kerkûkê kir: Kuştî hene
    Parlamenterên kurd ji Ebadî dixwazin piroseya erebkirina Kerkûkê rawestîne
    Etîketan:
    polîtîkayên erebkirinê, Serokê Herêma Kurdistanê yê berê, Mesûd Barzanî, Selahadîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de