04:09 20 Nîsan 2018
    Xurmatû

    Qeymaqamê kurd ê Xurmatûyê bi tirkmenekî şîe hat guhertin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku qeymeqamê kurd ê Xurmatûyê Şelal Ebdul ji karê xwe hat dûrxistin li şûna wî tirkmenekî Şîe yê ji rêxistina Bedir a girêdayî Heşda Şeibî hat danîn.

    Qeymeqamê berê yê Xurmatûyê Şelal Ebdul ku ji Rûdawê re axiviye, derbarê hilbijartina qeymeqamê nû de got: "Hêzên Rêxistina Bedir û hêzeke din ku navê wê Şehîd Sedrî ye, çûne Kerkûkê û pênc endamên Ereb ên Encumena Xurmatû neçar kirine ku beşdarî civîna encumenê bibin."

    '5 ENDAMÊN ENCÛMENÊ BI ZORÊ BIRINE CIVÎNÊ'

    Qeymeqamê berî wiha axivî: "Piştî ku 5 endamên Encumena Xurmatûyê bi zorê beşdarî civînê bûne, di civîna îro de hejmara endamên Tirkmenên Şîe û endamên Ereb gihiştiye 11 kesan, bi vî awayî hejmara yasayî ya civînê temam kirine û ji bo navçeya Xurmatû, bi navê Hesen Zeynelabidîn ku Tirkmenekî ji Rêxistina Bedir a ser bi Heşda Şabî ye hilbijartine."

    '7 ENDAMÊN KURD BO CIVÎNA HILBIJARTINÊ NEHATINE VEXWENDIN'

    Şelal Ebdul da xuyakirin ku 7 endamên kurd bo civîna encûmenê nehatine vexwendin û got, "Ji kar dûrxistina min û hilbijartina Hesen Zeynelabidîn ne yasayî ye, em ê li Dadgeha Federalî ya Iraqê dozê vekin."

    Tê ragihandin ku ji 16ê Cotmeha 2017an ve ku hêzên Iraqê kontrola Kerkûkê û navçeyên wê bi dest xistine ve tenê ji Xurmatûyê 8 hezar malbatên kurd koçber bûne.

    Bi heman mijarî:

    Pentagonê navekî nû li hêza YPG-HSDê kir: Hêza ewlehî, aramî û kontrola qadê
    Li Almanyayê şanoya derhênerekî kurd bû yekemîn
    Lavrov: Li Rojhilata Navîn terorîst fêrî çêkirina çekên kîmyewî bûne
    Ji Goran û Komelê daxuyaniya Efrînê: Em êrîşan şermezar dikin
    Heşda Şeibî li ser Tuzxûrmatûyê daxuyanî da: 200 malbatên kurd vegeriyan
    Pûtîn qurbaniyên Dorpêça Lenîngradê bibîranîn
    Etîketan:
    Xurmatû, Kurdistan, Iraq, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de