04:07 22 Nîsan 2018
    The main entrance to the city of Afrin, along Syria's northern border with Turkey

    Ji Goran û Komelê daxuyaniya Efrînê: Em êrîşan şermezar dikin

    © AFP 2018 / George OURFALIAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 20

    Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li ser rewşa Efrînê û gefên êrîşê yên Tirkiyê daxuyaniyeke hevbeş weşandin. Di daxuyaniyê de, hewlên êrîşa ser Efrînê yên Tirkiyê hatin şermezarkirin û bang li civaka navdewletî û Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat kirin ku helwestê nîşan bidin.

    Di daxuyaniya her du partiyên Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku, ew bi tundî êrîşên artêşa Tirkiyê yên bi ser Efrînê de şermezar dikin û wiha hat gotin:

    "Parasitina aramî û jiyana bira û xwişkên me li Efrînê dikeve ser stuyê civaka navdewletî û hevpeymana dijî DAIŞê û bi taybet Amerîkayê."

    Goran û Komelê got, pêwîst e Tirkiye rêzê li gelê Sûriyeyê û daxwaziyên wan ên siyasî wan bigire.

    Bang li civaka navdewletî jî hat kirin û hat gotin, "Pêwîst e li ser Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêkxrawên mafê mirovan û civaka navdewletî ku rê ji operasyona artêşa tirk a ser Efrînê bigire û Parlamena Kurdistanê jî bi navê gelê herêma Kurdistanê helwesteke rijd li hember van êrîşan nîşan bide."

     

    Bi heman mijarî:

    Heşda Şeibî li ser Tuzxûrmatûyê daxuyanî da: 200 malbatên kurd vegeriyan
    Pûtîn qurbaniyên Dorpêça Lenîngradê bibîranîn
    Parlamentarê Semsûrê bi 5 salan hat cezakirin
    Dillon: Gotinên min şaş hatin fahmkirin
    "Karbidestiya Trumpî tine ku piştî têkbirina DAIŞê hêzan li Sûriyeyê bihêle"
    Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte bo cara 6emîn hate dirêjkirin
    Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser civîna heyeta Tirkiyê daxuyanî da
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de