08:33 20 Sibat 2018
Zindî
    Hêzên Iraqê û Heşda Şeibî li Kerkûkê

    Heşda Şeibî li ser Tuzxûrmatûyê daxuyanî da: 200 malbatên kurd vegeriyan

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Malpera ragihandinê ya Heşda Şeibî li Iraqê, ragihand ku 200 malbatên kurd vegeriyane bajaroka Tuzxûrmatû ku dikeve rojhilatê bajarê Selahedînê.

    Di daxuyaniya Heşda Şeibî de hat gotin, piştî ketina hêza bersivdana bilez bo nava Tuzxûrmatûyê, 200 malbatên kurd ku ji ber têkçûna rewşa ewlehiyê koçber bûbûn vegeriyane ser mal û cihên xwe.

    Heşda Şeibî da xuyakirin, ketina hêzeke taybet bo nava Tuzxûrmatûyê bûye sedema arambûna rewşa navçeyê ku malbatên kurd vegeriyane.

    Li aliyê din qeymeqamê Tuzxûrmatûyê yê bi wekalet Leys Mehmud berî du rojan, di beyannamekê de daxwaz ji welatî û malbatên kurd kiribû ku vegerin ser mal û halên xwe, ji ber ku hêza bersivdana bilez wê wan biparêze.

    Tê zanîn ku li dema êrîşa hêzên Iraqê û Heşda Şeibî ya bi ser navçeya Tuzxûrmatû û navçeyê hejmareke malbatên kurd neçar bûn mal û halên xwe bicih bihêlin û koçber bibin.

    Herwiha hejmareke malên kurdan jî ji aliyê hêzên Turkmanên di nav Heşda Şeibî de hatibûn şewitandin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn qurbaniyên Dorpêça Lenîngradê bibîranîn
    Parlamentarê Semsûrê bi 5 salan hat cezakirin
    Dillon: Gotinên min şaş hatin fahmkirin
    "Karbidestiya Trumpî tine ku piştî têkbirina DAIŞê hêzan li Sûriyeyê bihêle"
    Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte bo cara 6emîn hate dirêjkirin
    Etîketan:
    Heşda Şeibî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de