02:37 28 Gulan 2018
Parlamentoya Iraqê

Li parlamantoya Iraqê alozî di navbera sunî û şîiyan de derket

© AP Photo / Karim Kadim
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Di daniştina Parlamantoya Iraqê ya îro de alozî û tevlihevî di navbera parlamanterên sunî û şîî de derket, ji ber ên sunî doza bipaşdexistina hilbijartinan dikin û yên şîî jî dijî wê ne.

Îro li parlamantoya Iraqê hat xwestin ku dengdan bi awayekî nehênî were kirin û li ser vê yekê jî alozî derketin. Di encamê de Hevpeymaniya Niştimanî ya şîiyan ji daniştina parlamantoyê vekişiya.

Di daniştina îro ya Parlamantya Iraqê de 260 parlamanter beşdar bûbûn û hat pêşniyarkirin ku hilbijartin bo destpêka meha Berfanbarê were bipaşdexistin. 149 parlamanterên beşdar daxwaz kiribû ku dengdana  bo vê pêşniyarê bi nehênî were kirin lê yên parlamanterên şîî ev daxwaz red kir û wan got ku pêvajo ne qanûnî ye.

Li gorî medyaya iraqî, çavkaniyekê ku gotiye ku sedema vekişîn ew e ku dengdana bo dema hilbijartinan dê bi awayekî nehênî were kirin.

Herwiha Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê ragihand ku bipaşdexistina hilbijartinan dê ziyanê bigihîne Iraqê û teqez kir ku piştgiriyê didinê ku di 21ê Gulana îsal de were lidarxistin.

Bi heman mijarî:

‘Partiyên Kurdistanê divê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibin'
Rêberê Şîeyên Iraqê: Em pêşwaziyê li hemû aliyên Kurdistanê dikin
Îranê ji bo xelkê Kurdistanê bihayê vîzayan kêm kir
Tirkmen û Xristiyan ji bo aliyên siyasî yên Kurdistanê daxwaza lîsteyeke hevbeş dikin
Hinek kirêdarên Kurdistanê ji ber rewşa xerab organên xwe difiroşin
Etîketan:
hilbijartinên Iraqê, sunî, şîî, Amerîka, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de