17:37 20 Nîsan 2018
    Lawend Celal Axa

    Şarezayekî Yasayî: Hikumeta Herêma Kurdistanê şerîeta xwe ji dest nedaye

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Şarezayekî di warê yasayî de ragihand ku piştî vekişîna her sê partiyên siyasî, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî ji hikumetê, şerîeta hikumeta Herêma Kurdistanê her maye û heta hilbijartinên parlamentoyê dikare karên xwe berdewam bike.

    Lawend Celal Axa yê Şêwirmendê Karubarên Yasayî yê Parlamentoya Kurdistanê û di warê şerîet û yasayên Herêma Kurdistanê de şareza bo Spûtnîk Kurdistan ragihand: "Raste niha sê partiyên siyasî ji hikumeta Herêma Kurdistanê xwe vekişandine û cihê wezîrên wan vala bûye. Lê hikumeta herêmê hê jî şerîeta xweya yasayî ji dest nedaye û dikare li gor yasaya jimare 3 ya sala 1992 ya taybet bi hikumeta herêmê, berdewamiyê bi karên xwe bide heta encamdana hilbijartinên giştî.

    ‘JI BER VEKIŞÎNA 3 PARTIYAN HIKUMETE NAHILWEŞE'

    Lawend Celal destnîşan kir ku: "Li gor yasaya bi jimare 3 ya taybet bi civata wezîran ve û madeya 3, serokwezîr nikare hîç wezîrekî damezrîne. Tenê ew dikare dest ji kar berdana wezîran qebul neke û eger qebul kir jî, dikare berpirsekî ji hikumetê hilbijêre ji bo ku bi wekalet wezaretê birêvebibe. Herweha her li gor wê yasayê cîgirê serokwezîr jî dikare posta wezîrekî werbigire û digel posta wezareteke din jî birêvebibe. Evca li gor wan desthilatên ku vê yasayê bi serokwezîr û cîgirê wî dane, dikarin berdewamiyê bi hikumeta herêma kurdistanê bidin û hikumet jî jiber vekişîna 3 partiyên siyasî nahilweşe û hîç pirsgrêkeke yasayî nîne.

    ‘BANDORA VEKIŞINÊ DE HEBE'

    Şêwirmendê Parlemantoya Kurdistanê da zanîn ku: "Bi rastî wê bandora xwe vekişîne hebe ku hikumeta herêmê lawaztir bike. Bi taybetî li ser asta siyasî û karên hikumetê jî û hebûna wezîrên wan partiyan hêzeke bêtir dida hikumetê, hem ji ruyê yasayî û hem ji ruyê siyasî ve.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Aliyekî din ê siyasî ji hevpeymana Heyder Ebadî vekişiya
    DYA ji peymana koçber û penaberan vekişiya
    Li Kerkûkê û navçeyan xwepêşandan: Heşda Şebî vekişiya
    Petronas ji Bexdayê vekişiya
    Haşdî Şabî ji başûrê Kerkûkê vekişiya û hêzên Pêşmerge bi cih bûn
    Heyeta ENKSê ji civînên Cenevê vekişiya
    Etîketan:
    berpirs, qanûn, yasa, Lawend Celal Axa, Herêma Kurdistanê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de