06:01 20 Nîsan 2018
    Ala Kurdistan û Iraqê

    "Kurd dixwazin diyaloga xwe li ser esasê du dewletan bikin, ne yek dewletê"

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Parlementerê Hevpeymana Dewleta Qanûnê Casim el Beyatî teqez kir ku berpirsyarên li Kurdistanê dixwazin ku wek du dewletan - ne wek yek dewletê - li ser maseya diyalogê rûnên û bi wî awayî kêşeyên heyî çareser bikin."

    Li gorî medyaya erebî, Beyatî di daxuyaniyeke rojnamevanî de gotiye: "Hikûmeta Federal her dem erênî bersiva daxwazên kurdan ên ji bo diyalogê dide lê bi mercê ku çawaniya diyalogê eşkere bikin".

    Beyatî diyar dike ku " kurd dibêjin ku divê diyalog li ser bingehê du dewletan bin ku kêşeyên xwe çareser bikin, ne ku yek dewlet bin û Bexda vî tiştî qebûl nake."

    Herwiha parlamenterê iraqî diyar kir kuu "Bexda li ser bingehî perçekirina Iraqê diyalogê nake û çi kesê diyalogê bixwaze, divê rûnê û serweriya destûrê qebûl bike" û wiha got: "Serokwezîr hîn jî siyaseteke aqilane û hêmîn û dûrî zêdekirina rageşiyan ji bo danûstendina li gel dosyaya kurdî bi rê ve dibe lê siyasetvanên kurd berovajî vê dikin."

    Beyatî di axiftina xwe de îdîa kir ku "cihêbûna Kurdistanê" wek tiştekî ji "rêxistina DAIŞê ya terorîst xetertir " û bi erênî pêşwaziya "diyalogeke niştimanî li ser bingehê destûrê" kir.

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê bi rêya deriyê Tirkiyê salê 1,5 milyar dolaran dide xwarinê
    ‘Partiyên Kurdistanê divê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibin'
    Etîketan:
    Hevpeymana Dewleta Qanûnê ya Iraqê, Casim Mihemed El Beyatî, Casim el Beyatî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de